Demîrtaş çû serdana malbata Kişanak û Anli 2016-10-28 17:02:25 AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo piştevaniyê çû malbatê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli yên hatin binçavkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi heytea pê re çû serdana malbatên Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak û Firat Anli yên di 25'ê cotmehê de hatin binçavkirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, parlamenter Besîme Konca, Feleknas Uca, Ferhat Encu, Selma Irmak û rêveberên HDP'ê jî di heyetê de cih girtin. Heyet ewil çu mala Anli ya navçeya Peyasê û li vir ji aliyê hevsera Anli, Ozlem anli ve hatin pêşwazîkirin. Heyetê di serdanê de diyar kir ku ew ê ev rojên zehmet bi hevre derbas bikin. Piştre jî heyet çû mala Kişanak. Li vir jî hevserê Kişanak, Zulkuf Kişanak heyet pêşwazî kir. Heyetê ji malbatê têkîldarî binçavkirinê agahî wergirtt. Piştî serdarê parlamenterên HDP'ê çûn rêxistina HDP'ê ya Yenîşehîrê. (sa)