Polîsan hemû riyên derdora Adliyeya Cizîrê girtin 2016-10-28 15:25:52 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê hemû riyên diçin adliyeya ji aliyê hêzên dewletê ve bi bariyerên beton û wesayitên zirxê hatin girtin. Li navçeya Cizîra Şirnex hêzên dewletê hemû rêyên diçin adliyeya bi bariyerên betonê û wesayîtên zirxê girtin. Di heman demê de derodora adliyê û lojmanên polîsan bi bariyerên betonê dorpêç kirin. Her wiha welatî û ajokarên ku derbasî adliyeyê û Baroya Şirnexê dibin di lêgerîna tîmen taybet re derbas dibin. (kom/no)