'Dîmenên dema qetilkirina Elçî di dosyayê de tuneye' 2016-10-28 14:49:18 AMED (DÎHA) - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, di çalakiya ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hatibû qatilkirin de axivî diyar kir ku dîmenên dema qetilkirina Tahîr Elçî yên beriya 6 mehan ji ATK'ê re hat şandin di dosyaya dozê de tuneye. Parêzerên Baroya Amedê ji bo dîtina kujerên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê biriya 11 mehan hat qetilkirin vê hefteyê jî li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev. Polîsan qada ku daxuyanî hat dayîn dorpêç kirin. Ligel barana ku dibare jî gelek parêzer li ber edliyeyê kom bûn. Di daxuyaniyê de parêzeran wêneyê Tahîr Elçî hilgirtin û Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî. Ozmen anî ziman ku êdî kêmasiyên ku dosyayê ewqas anîne ziman ku bêzar bûne. Ozmen destnîşan kir ku dosya ji wan tê veşartin û belgeyên di dosyayê de bi wan re nayê pavre kirin. Ozmen da zanîn ku delîlê herî girîng ê dozê yên ji kameraya Mardîn Kebapevî hatine girtin ji bo bêr dahurandin beriya 6 mehan ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re hatine şandin lê ev dîmen di dosyayê de nehatiye bicihkirin. Ozmen bilêv kir ku heta ku navêndên tarî yên di dosyaya Elçî dê bên ronîkirin ew ê dozê bişopînin. Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû. (sa)