Beştaş: Em ê li qadan bin 2016-10-28 14:43:59 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Binvçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê yê Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew ê li dijî zextan li qadan bin. Binvçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat diyar kirin ku gelê kurd dê li dijî zextên rejîma APK'ê li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin. WAN Binvçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li Wanê di bin pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de hat şermezarkirin. Di çalakiya li Kolana Hunerê ya li Rêya Armûşê de endam û nûnerên HDP û DBP'ê, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, hevşaredarên navçeyan, KJA, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek welatî amade bûn. Li ser navê KJA'yê Serap Guvenç, axivî û diyar kir ku binçavkirina hevşaredaran biryarek keyfî ye û nayê qebûlkirin. Guvenç, bang li hemû jinan kir ku xwedî li Kişanak derkevin û wiha got: "Dixwazin hêza siyasî ya gelê kurd belav bikin. Wekî jin em ê destûr nedin êrîşên ku vîn, maf û destkeftiyên me dikin hedef." Çalakî bi dirûşmeyên "Zext me bêzar nakin" û "Emê bi berxwedanê biserkevin" bi dawî bû. ÎDIR Li Îdirê jî binçavkirina hevşaredaran hat şermezarkirin. Girseya ku di nava wan de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim jî heye û xwestin li ber avahiya DBP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê polîsan bi hinceta ku biryara walîtiyê heye xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Ji ber astengiyê di navbera polîs û Yildirim de nîqaş derket. Ligel astengiyan daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de Yildirim, axivî. Yildirim, da zanîn ku binçavkirina hevşaredaran bêrûmetiye û hikûmeta AKP'ê ji ber pêkanînên wê şermezar kir. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. AGIRÎ Binçavkirina hevşaredaran li navçeya Giyadîna Agiriyê jî bi daxuyaniya li ber avahiya DBP'ê hat dayîn hat şermezarkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê bajar Ercan Taştan, axivî. Taştan, binçavkirina hevşaredaran şermezar kir û wiha axivî: "Kesên ku li ser gelê kurd polîtîkayên zextan didin meşandin dê li hember berxwedana gelê kurd çong deynin." Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû EDENE Rêxistina HDP'ê Edeneyê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê bi daxuyaniya li Parka Înonu da şermezar kir. Parlamentera HDP'ê yê Edeneyê Meral Daniş Beştaş, endamên HDK'ê, Mala Gel, EMEP û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Hûn nikarin vîna gel teslî bigirin" û "Li dijî bêmafî, bêhiqûqî û OHAL'ê berxwedan mafe" û dirûşmeyên "Zext me bêzar nakin" û "Emê bi berxwedanê biserkevin" hatin berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, diyar kir ku rejîma AKP'ê OHAL'ê ji bo xwe wekî mertal bikar tîne û wiha got: "Wekî duh em ê îro jî berxwedana xwe ya li dijî zilmê bidomînin û li kolanan bin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin, heta em li dijî faşîzmê bi hevre li ber xwe nedin, dê demokrasî li tu cihên cîhanê bisernekeve." Piştî Tural Parlamentera HDP'ê yê Edeneyê Meral Daniş Beştaş, axivî. Beştaş, da zanîn ku AKP'ê hewldana darbeyê ji xwe re kiriye firsend, li dijî hemû aliyên ku wekî wan nahizirin şer daye destpêkirin û wiha axivî: "Operasyonên qirkirinên siyasî zêde bûne. Em ê li dijî van zextan mil bidin milê hev û li qadan têkoşîna xwe bidomînin. Zextên li ser çapemeniya azad jî didomin. AKP'ê dengê hemû çapemeniya mûxalif qût kiriye. AKP astengiyan li dijî mafê gel ê gihandina rastiyan derdixîne lê çi dikin bila bikin em ê rastiyan bigihînin gel. Mafê gel ê xwe gihandina rastiyan tê xespkirin." MÊRDÎN Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi daxuyaniyek girseyî hat şermezarkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay, Cigirên Sekreterê Giştî yê şaredariyê, serokên daîreyan, endamên PM'ê yên DBP, nûnerên DBP, HDP û rêxistinên saziyên civakî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi binçavkirina hevşaredar û dorpêçkirina şaredariyê re operasyonên qirkirinê gihiştine asta herî jor. Akay, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan di bin navê operasyonên FETO'yê de li dijî hemû aliyên mûxalif êrîşek dane destpêkirin û wiha got: "Em dibêjin ligel ku hevşaredar û hevserokên me hatin girtin û ji kar hatine derxistin jî em ê li ser karê xwe bin. Heta hemû qeyûm paşde neyên kişandin û hevalên me serbest neyên berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin." Piştî axaftinan girse bi dirûşme û çepikan belav bûn. (kom/mb)