Demîrtaş bi gel re nimêja înê kir 2016-10-28 14:20:13 AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî çalakiya li Amedê bi gel re nimêja înê kir. Piştî daxuyaniya ji bo şermerkirinê ya binçavkirina Hevşeradarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ya li ber avahiya DBP'ê ya Rezan a Amedê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li gel re nimêja înê kir. Piştî nimêje bi sedan kesan li ben mizgeftê Demîrtaş pêşwazî kirin. Gel dirûşmên "Em ê bi berxwedanî bi ser kevin" "Bijî Serok Apo" berz kir. Demîrtaş li vir silav da gel û ji mizgeftê veqetiya. (sa)