Li şûna avahiyên gel projeyên qereqolan! 2016-10-28 13:43:59 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê rayedarên dewletê li taxa Yafesê xaniyên gel hildiweşîne û cihê xaniyan pirojeyên qereqolên tîmen taybet çêdike. Li navçeya Cizîra Şirnexê rayedarên dewletê li taxên bajêr yên wek Nûr, Sûr, Cûdî û Yafesê gelek malên gel û dibistanên zarokan hilweşandin. Hêzên dewletê mal û dibistanên ku hilweşandî ji xwe re kirin baregeh. Hêzên dewletê li taxa Yafesê gelek malên gel bi darê zorê hilweşandin. Hat hînbûn ku rayedarên dewltê biryara projeyên li cihê xaniyên ku hatî hilweşandin qereqol û nokteyên hêzên taybet bên avakirin daye. (kom/no/mae)