Li şaredariya Amedê dîmenên dagirkeriyê 2016-10-28 13:43:31 AMED (DÎHA) - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li cihê ku posterên hevşaredaran anîn xwarê ala Tirkiyeyê hat daliqandin. Xebatkarên Şaredariya Amedê ji bo binçavkrina hevşaredarên xwe şermezar bikin, duh li avahiya şaredariyê pankarta "Bila li dijî vîna gel rêz bê girtin û hevşaredar serbest bên berdan" ku wêneyên Kişanak û Anli li ser bûn daliqandin. Îro polîsan pankart desteser kirin û li şûna wê ala tirk daliqandin. Avahiya şaredariyê ya ku di bin dorpêça polîsan de ye li cihê posterên hevşaredaran ala Tirkiyeyê hat daliqandin. Hat zanîn ku al bi zora polîsan hatiye daliqandin. Gotinên polîsên ku ev sê rojin şaredarî dagir kirine yên wekî "Ala me çiqas xweşik li vir bi ba dibe. Ger hûn dixwazin wêneyê wê bikişînin li ber alê poz bidin. Em ê li her cihê Amedê ala xwe daliqînin" balê dikişîne. (mb)