Dijberî sansurê '#haberSİZsiniz' dest bi weşana zindî dike 2016-10-28 12:52:27 ENQERE (DİHA) - Komek rojnamegerên ku weşanên wan ên televîzyon û rojnameyan hatin girtin ji bo welatiyên "Bênûçe" dimînin platforma "haberSÎZsiniz" ava kir. Platform çalakî û xebata xweya ewil de roja yekşemê têxe meriyetê. Li Tirkiyeyê îktîdara AKP'ê zêdeyî 100 weşanên tv, radyo, internet û rojnameyan girt. Bi hezaran rojnameger betal mal. Dîna dengê milyonan bawerî, çand û gelên cuda hatin qutkirin. Li dijî sansur û êrîşa li ser çapemeniyê Komek rojnamegerên ku weşanên wan ên televîzyon û rojnameyan hatin girtin ji bo welatiyên "Bênûçe" dimînin platforma "haberSÎZsiniz" ava kir. Platform çalakî û xebata xweya ewil de roja yekşemê têxe meriyetê. Platform dê li ser internetê hemû geşedanên siyasî, çandi, civaki û qaden jiyanê bi awayekî zindî bi cemaweriyê re parve bike. Platforma "haberSÎZsiniz" dê hemû geşedanên li dijî medya serdest û hawiz bi riya înternetê parve bike û gel ji rastiyan agahdar bike. Çalakî u xebata ewil a Platformê dê "Li dijî girtina televizyonan înat" bernameya xwe ya televizyonê bi awayekî zindi pêk bîne. Platform dê roja Yekşemê li Yekîtiya Mulkiyeyan di pêşkêşiya Rojnameger Ayşegul Dogan de bi awayeki zindî dest pê bike. Bernameya Televizyonê de bi riya medyaya civakî ya Twitter, Pericope, Facebook bi awayeki zindî bê weşandin. Platform, dê roja yekşemê saet di 15.00'an de li Yekitiya Mulkiyeyan bernameya zindî pêk bînie. (mae)