Şaredarên Koln û Rennesê piştgirî dan Hevşaredarên Amedê 2016-10-28 12:27:33 AMED (DÎHA) - Şaredarên Koln û Rennasê piştgirî dan Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û binçavkirin şermezar kirin. Şaredaran xwestin hevşaredar serbest bên berdan û fikaren xwe anin ziman. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli 3 roj berê bi operasyonê hatin binçavkirin. Nerazîbûn û bertekên li dijî vê yekê zêde dibin. Şaredarên Koln ya Almanya û Rennasê ya Firansayê piştgirî dan Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî. Şaredaran binçavkirin şermezar kirin u xwestin hevşaredar serbest bên berdan. Şaredarê Kolnê Andreas Wolter, name şand û pirsa Hevşaredar Gultan Kişanak kir. Wolter anî ziman ku di Konsey Herêmi û Şaredariyên Ewropa ya di Nisanê de li Lefkoşe pêk hat Kişanak nas kir û mirovek gelek demokrat e. Wolter, ani ziman ku di 25'ê Nîsana 2015'an de ew li maqame wê ziyaret kir û gelek kefxweş bûbû û wiha got: "Min bihîst hûn û Birez Firat Anli hatin binçvkirin. Ev ji bo me naye famkirin. Ev geşedanên ku Li Tirkiye pêş dikevin bêtir me dixe nava fikaran. Şaredarê Rennesê Nathalie Appéré jî nameya piştgiriyê şand û diyar kir ku binçavkirina bi tundiya polîsan ew xistine nava fikaran. Appéré, ani ziman ku wan fikarên xwe bi Wezîre Karen derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault re parve kirine û wiha got: "Binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli em xistine nava fikarên mezin. Di meha îlonê de 24 şaredar hatin girtin. Li şuna wan hikûmete qamûm tayîn kiriye. Em têkildari mijarê xwedi fikarên mezin in. Em disa baweriya xwe ya ku meseleya kurd bi diyalog û axaftinê çareser bibe tînin ziman. Di vê çarçoveye de em vê tundiya li ser şaredaran bi tundi şermezar dikin û dixwazin hevşaredar bên berdan. (mae)