ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-28 09:00:16 *Li Gevera ku heta niha 3 hezar mal bi awayek komunal ji nû ve hatin avakirin, welatiyên di baraqayên teneke û naylon de dijîn banga piştgiriyê kirin. *Tevfîk Altûn, apê Ercan Altûn (Cesûr Riha) ê HPG’yî ku hat daxuyandin di navbera 25-30’yê îlonê de jiyana xwe ji dest daye, wiha got: “Bi hezaran ciwan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Divê êdî kurd berpirsiyariya vê fam bikin.” * Ji bo dîtina kiryarên teqîna li Dîlokê heta niha tu tişt nehatiye kirin û li gel vê hat ragihandin ku, dewlet çûye cem malbatên ku xizmên xwe di teqînê de winda kirine û teklîfa pereyan li wan kiriye. Malbatan dest nîşan kir ku, dewlet dixwaze wek komkujiya Roboskiyê pereyan bide wan û bi vî awayî ser komkujiyê bigire. * Rêxistinên elewî yên Îzmîrê diyar kir ku, bi banga çekdarîbûnê ya AKP’ê re gefxwarina li ser hemû ên din zêde bûye û dest nîşan kirin ku, divê hemû muxalefeta civakî bi hev re li dijî vê têbikoşe. * Cotkarên zeytûnan ên debara xwe bi baxê zeytûnê dikin, diyar kirin ku îsal buhayê zeytûnan pir erzan e û nikarin zeytûnan bifiroşin. * Qaymeqamê Navçeyê yê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê bû, bêyî hincet 7 xebatkarî ji kar avêt. Her wiha derûnas û civaknas jî di nav de 13 xebatkarên jin ên Navenda Jinê ya Sitiya Zînê jî, kir peywirdarên karên paqijiyê. * Li Miksê, cerdevan û leşker saet ji 19.00’an ve bi awayekî fiîlî “qedexeya derketina derve” disepînin. * Hat zanîn ku, di demên dawî de li Tesîsên Techîzên Zîraî ya Reyhanliyê liv û tevger heye û her wiha herî dawî 6 qamyon ketine tesîsan û derketine. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, hat diyarkirin ku qamyon çûne Kampa Atmeyê. * Parêzera Baroya Şirnexê Buşra Demîr der barê çalakiya gireva birçîbûnê û rewşa girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şirnexê de got, girtî ji ber çalakiya ku dane destpêkirin tên cezakirin û her wiha girtiyên siyasî anîne ziman ku, heta daxwazên wan bi cih neyên ew dê çalakiya xwe berdewam bikin. * Rojnameger Celal Başlangiç der barê binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanakê de wiha got: “Ev rewş rê li ber siyaseta kurd digire û rêya çiyê nîşanî kurdan dide.” * Ji keçên winda yên Gundê Gûmûtê Meryem Îdgu, bi darê zorê ji malbata xwe hat veqetandin û li Helebê hat firotin. Ji dêvla Meryemê 10 çewal genim li ber deriyê dayika Meryemê hat danîn û dayika Meryemê bi hesreta keça xwe jiyana xwe ji dest da. Fatma Gulşen jî, dema bi darê zorê ji malbatê hat veqetandin, di destê dayika wê de tenê perçeyek ji fîstanê wê ma. * Li Miksa Wanê, yek ji wan cerdevanên ku çekên xwe danîbûn û nexwest navê xwe aşkere bike got, li navçeyê gelek cerdevanên nexwestine beşdarî operasyonê bibin îstifa kirine û wiha axivî: “Leşker digotin, ‘Hûn herêmê dizanin, hûn li pêş biçin’ û bi vî awayî me ber bi mirnê ve dişandin.” *Li Rihayê, Taxa Kisasê ji ber nasnameya xwe ya elewîtiyê, ji xizmet, kar û xizmetên civakî bêpar tê hiştin. Welatiya bi navê Zuhre Ata (58) diyar kir ku, ji bere w elewî ne li derveyî sînor hatine hiştin. * Serokên Partiyên wekî OSP, PAK û KDP-T bertek nîşanî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê dan û gotin ku girtin û binçavkirin tu pisgirêkan çareser nake û dê pirsgirêkan kurtir bike. * Qeyûma Pirsûsê ji tirsa ku dibe "bombeyan bixin hundir" konteynirên çopê, hemû konteynir ji ser rêya Alîgorê ku qeyûm têre derbaz dibe rakirine û xistine nava kolanan. * Komek dildar, ji bo kesên bê mal û kesên hewcehiya wan pê heye "Maxaza Cilan kesên bêmal" ava kirin. Dildarê maxayê Berkan Çelik, diyar kir ku ne tenê kesên bêmal ji bo kesên pêdiviya wan jî hatiye avakirin. * Li Tirkiyeyê karkerên zarok her ku diçe hêjmara wan zêde dibe û li Herêman 3'yemîn a Sanayiya Denîzliyê hezar zarok di şert û mercên xirap de tên xebitandin. Karkerên zarok ên ku mecbûr dimînin barê giran rakin, diyar kirin ku ew bi pereyekî kên dixebitin. * Ji bo binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajare Mezin a Amedê şermezar bikin li Edene, Antalya, Stenbol û Wanê dê çalakiyan pêk bînin. . (11.00/18.30) * Dê di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KÎD) de li Park Ormani nimêjên sivîl bên kirin. (12.00) BI DÎMEN E * Baroya Amedê bi boneya kujerên Serokê berê yê Baroyê Tahir Elçî bên dîtin û darizandin dê li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe berdewam bike. (13.30) BI DÎMEN E * Nobeta Azadiyê ya ji bo Gerinendeyên Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kızılkaya û Şêwirmendên Weşanê Nivîskar Necmiye Alpay û Asli Erdogan dê li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdewam bike. (16.00) * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê têkildarî 10'ê Cotmehê ji bo kujer bên dîtin û darizandin li ber Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30) * Hevserokên Giştî yê DBP'ê Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş li pêş avahiya DBP'ê ya navçeya Rezan a Amedê têkildarî binçavkirinan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) BI DÎMEN E