Li Sîlîvriyê xizmên girtiyan hatin binçavkirin 2016-10-27 14:02:47 STENBOL (DÎHA) - Endamên Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dema xwestin li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û nûçegihana ETHA'yê Havva Çuştan ku nûçe dişopand hatin binçavkirin. Endamên Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re bi şîra "Em destûr nedin li hemberî girtiyan darbeya OHAL'ê pêk bînin" xwestin li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê ji aliyê leşkeran ve hatin asteng kirin. Endamên însiyatîfê di ketina kolana girtîgehê de ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Leşkerên xizmên girtiyan ên di kontrola GBT'ê re derbas kirin, diyar kirin ku ji ber OHAL'ê ew destûr nadin ku daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li ser vê yekê dinavbera endam û leşkeran de nîqaş derket û 20 kes ji aliyê leşlkeran ve hatin binçavkirin. Nûçegihana ETHA'yê Havva Çuştan jî dema nûçe dişopand ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin qereqola cendirmeyan. (mb)