ROJEVA 26'3E COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-26 09:00:12 * Hevserokê MEYA-DER’a Amedê Hasan Pençe li dijî êrîşa cenazeyên gerîlayan bertekên tund nîşan da û got heta niha wekî êrîşên li dijî cenazeyên gerîlla pêk hatine li tu devera cîhanê pêk nehatiye. Pençe bang li gel kir ku bi rihê berxwedanê xwedî li cenazeyên zarokên xwe derbikevin. * Prof. Dr. Fatma Gok diyar kir ku hikûmet ji pira jinên tevgera kurd û jinên li rojavayê Tirkiyeyê di navbera xwe de ava kirine ditirse û wiha got: "Divê jinên li rojava û Kurdistanê riyekê bibînin û piştgiriyê bidin hev." * Li Dîlokê malên rêxistinbûyîn û hucreyî yên DAIŞ’ê wek xwe yî berê ne. Hat diyarkirin ku, di demên dawî de bi sergirtina malên hucreyî di çarçoveya lihevkirinekê de pêk tên û her wiha hat îfadekirin ku, DAIŞ’ê di ser qenalên nû re derbasbûyîn û rêxistinbûyîna xwe pêk tîne. * Birayên Îyeç Çakir ê ku li Wanê hat qetilkirin, Ersîn û Erdînç Çakir ji aliyê polîsên ku li nexweşxaneyê bi wan re munaqeşe kirin pêşî hatin binçavkirin û dawiyê bi hinceta “Muqawemete li dijî polîsan” hatin girtin. * Pêşengên baweriya elewiyan dest nîşan kirin ku, bi operasyona Mûsilê re polîtîkayên îktîdarê yên li ser xeta mezhebî yên sunniyî berbiçavtir bûne û balê kişandin ser bangên çekdarîbûnê û gotin, ji ber vê şik û gumanên civaka wan gihaştine asta herî jor. * Mamosteyên ku di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, li dersê girîngiya zimanê dayikê vegotin û bi xwendekarê xwe re bi kurdî axivîn, rastî cezayê pereyî hatin. * Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ramazan Tûnç, li Kurdistanê êrîşên çekdarî yên demên dawî û piştî her êrîşê binçavkirina rêveberên DBP û HDP’ê wek binketina AKP’ê nirxand û diyar kir ku, AKP dixwaze vê binketina xwe li siyaseta kurd bar bike û wiha got: “Di saleke dawî e ji partiya me 2 hezar û 700 kes hatine girtin. Lê hîn jî em li ser piya ne. Çimkî em partiya gela ne.” * Li Nisêbîna Mêrdînê Mem Arîn Algel ê ku li Pirtûfiroşa Bênavê dixebite dest nîşan kir ku, ji ber ‘qedexeya derketina derve’ danûstendina pirtûkan pir kêm bûye. * Zarokê 13 salî Enes Akdenîz ê ji Taxa Kanîka bertek nîşanî rayedarên dewletê da û wiha got: "Wek hûn jî dibînin xaniyê me li ber çavên me xera dikin. Zarokatiya min li vê tax û van kolanan derbas bû. Ev çi edalet e? Divê em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e." * Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê ji bo Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli yên hatin binçavkirin, li ser navê partiya xwe wiha bang kir: “Êdî kêr gihaştiye hestî, divê her kes dakeve qadan.” * Parêzerên Sînornenas, dê li salona civînê ya Cezayirê komxebata "cîhana ereb, parastina mafên Tirkiye û Cîhanê, zahmetî û firsend" pêk bînin. (10.00-18.00) * Rûniştina Abdullah Çakiroglu ê bi hinceta hemşire Yasemin Terzî şort li xwe kiribû di otobusê de tekme li wê da û hat girtin dê li edliya Anadolu ya Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Odeya Mîmaran a Enqereyê dê têkildarî geşedanên dawî li avahiya xwe civînê pêk Bînin. (11.00) BI DÎME NE * Navenda Komeleya Mafên mirovan (İHD) dê bi sedema 26'ê Cotmehê roja mafên nexweşan a Cîhanê, bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li avahiya Navendê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.30) BI DÎMEN E * Şaxên îHD, TİHV, Mazlum-Der, PEN bi daxwaza "Ji Asli Erdogan re azadî" li Otela Taxim Hillê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00) BI DÎMEN E * Dayikên Aştiyê ji bo ji bo dîsa li Mutabakata Dolmabahçe vegerin dê li pêş Qesra Dolmabahçe çalakiya rûniştinê berdewam bikin. (13.00) BI DÎMEN E JIN * Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha got: “Divê li dijî tecrîdê herî zêde jin deng derbixin.”