Doza Keskîn û Çapan hat taloqkirin 2016-10-25 13:53:09 STENBOL (DÎHA) - Doza Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya berê ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karê Nivîsan Reyhan Çapan a ku hat dîtin hat taloqkirin. Rûniştina doza Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya berê ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karê Nivîsan Reyhan Çapan li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Çapan û Keskîn û gelek rojnameger amade bûn. Doza bi peykirina nasnameyan destpê kir Çapan parastina xwe kir û diyar kir ku divê nûçeyên ku wan weşandine di çarçoveya azadiya çapemeniyê de bên dest girtin. Çapan anî ziman ku ew nûçeyên ku diweşînin ji ajansan digirin û wiha got: "Nûçeyên me bi aramanca nûçeyan hatine çêkirin û em sûcdariyan na pejirînin." Keskîn jî di parastina xwe de ev tişt anîn ziman: "Ev rojname hat bombebarankirin û belavkrên wê yên di temenê biçûk de hatin qetilkirin. Ez difirkirin ku hemû fikir ne sûcin. Min sê salan hevgerînendetiya rojnamê kir. Min ji ber zextên li ser rojnameyê piştgirî da. Dewlet di pêvajoya aştiyê de sê salan bi rêxistina ku navê wê derbas dibe re hevdîtin pêk anîn, wê demê jî rojnameyê heman nûçe çêdikirin, tu doz lê nehatin vekirin lê piştî pêvajoya aştiyê bi dawî bû doz hatin vekirin." Piştî parastinan, heyeta dadgehê doz taloqî 26'ê Çileya 2017'an kir. (mb)