Cenazeyê Sarak ê 5 salî birin Mêrdînê 2016-10-25 11:23:44 ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê zarokê 5 salî Hakan Sarak ê ku şevê din ji aliyê polîsan ve li Cizîrê hat qetilkirin ji bo otopsiyê birin Mêrdînê. Li taxa Nûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê duh êvarî dema wesayîta zirxî ya polîsan dewriye digeriya zarokê 5 salî Hakan Sarak qetil kir. Zarokê 5 salî Sarakê bi giranî birîndar bû rakirîn nexweşxaneyê di rêya Êlihê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sarak ji duh ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê dihat rawestandin îro serê sibê ji bo otopsiyê ji Hezexê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. (kom/no/mae)