Li Nisêbînê kujer kî be, li Dîlokê jî ew e! 2016-10-25 09:08:04 DÎLOK (DÎHA) –Li Dîlokê Husna Akdogan a ku li dijî daweta wan êrîşa bombeyî pêk hat û bi birîndarî xelas bû, yek ji wan şahidê komkujiya Newroza 1992’yan a Nisêbînê ye. Akdogan dest nîşan kir ku, ji wê rojê û heta niha navnîşan hemû komkujiyên li dijî kurdan dewlet e. Hîn jî kiryarên êrîşa bombeyî ya di 20’ê tebaxê de li Dîlokê li dijî daweteke kurdan pêk hatibû derneketina holê. Dayika bûkê, Husna Akdogan (47) dest nîşan kir ku, navnîşan hemû êrîşên li dijî kurdan diyar e. Akdogan a ku yek ji şahidên komkujiya Newroza 1992’yan a Nisêbînê ye diyar kir ku, ji wê rojê heta niha bi heman rengî li dijî kurdan êrîş pêk tên û wiha got: “Li Nisêbînê çawa qetil kirin, li Dîlokê jî qetil kirin.” ‘Yên mirin û birîndar bûn hemû xizmên min bûn’ Akdogan anî ziman ku, kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn xizmên wê ne û got, herî zêde jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Akdogan a ku got ev tam komkujiyeke dest nîşan kir ku, ew wek malbat hîn jî wê trawmayê ji ser xwe neavêtine. Akdogan diyar kir ku, keça wê jî ne wek berê ye û got, piştî wê qewimîn û tiştên wan bi çavê xwe dît, êdî jiyaneke normal ji b wan nepêkan e. ‘Li Nisêbînê kî/ê kiribe, wan kiriye’ Akdogan diyar kir ku, ew şahidê kirinên li Newroza 1992’yan a Nisêbînê ye jî û got, kirinên 20 sal berê gelek caran pêk anîn û bi wan dan jiyîn. Akdogan dest nîşan kir ku, wê rojê jî dewlet bêyî bibêje ev zarok û jin e qetil dikir û wiha axivî: “Heman tişt îro li Dîlokê anîn serê me. Li Nisêbînê çawa qetil kirin, li Dîlokê jî qetil kirin. Piştî êrîş û komkujiyan derdikevin lêgerîna kiryaran. Ne hewceyî li kiryaran bê gerîn. Kiryarê vê tenê dewlet e.” Çima polîs mudaxile nekir? Akdogan dest nîşan kir ku, piştî hemû teqîn û komkujiyên di demên dawî de, mizansiyeneke wek gerîna li kiryaran didin der û ji xwe navnîşaneke amadekirî, DAIŞ’ê nîşan didin. Akdogan diyar kir ku, dewlet bi komkujiyên xwe yî di demên dawî de hemû berpirisyariyê dixe stûyê DAIŞ’ê û bi vî awayî dixwaze xwe ji navê derxîne. Akdogan wiha domand: “Dibêjin DAIŞ kiriye, lê ev berê dihat zanîn çima tu mudaxile nehatin kirin. Her şev polîs li taxê cirîdan diavêjin. Û baş dizanin kî li wir heye yan tune ye, lê li gel vê jî komkujiyeke wisa pêk tê. Nexwe di vî karî de bi hev re tevdigerin.” Em ê dev ji kujer bernedin Akdogan diyar kir ku, ji bo kujer derkeve holê ew ê heta dawî têbikoşin û wha got: “Em ê berpirsiyarê vê komkujiyê bibînin. Em ê wisa bêdeng nemînin. Em ê dev ji vê bernedin.” (red)