ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-25 09:00:57 * Nexweşiyên Rojvan Çiya Baran ê 6 mehî ku bi dayîka xwe re di Girtîgeha Mêrdînê de dimînin her ku diçe zêdetir dibin. Xaltîka Rojvan, Seyran Eleftoz diyar kir ku herî dawî nexweşiyên weke serma, emel û tayê li Rojvan peyda bûne û bijîşkê zaroka li girtîgehê tune ye ku li xwarziyê wê biner e. *Mûzaffer Poyraz ê ku di zarokatiya xwe de dest bi sefariyê kir û ev 51 sal e didomîn got, ew li rojên berê digere û anî ziman ku, ji bo pîşeya wî winda nebe, ew ê heta dawiya temenê xwe sefariyê bike. * Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Celal Dogan têkildarî operayonên qirkirina siyasî de got, hikûmeta AKP’ê di bin navê demokrasiyê de rejîma dîktatorî ava kiriye û diyar kir ku, AKP dê operasyonên qirkirinê heta ber bi girtina parlamenteran ve jî bidomîn e. * Hatîce Kûrt a ku li Wanê dijî, li gel bertekên esnafên mêr ên li taxa xwe jî, bi piştevaniya jinan bi saya dezgeha karên destî hemû mesrefa zarokên xwe bi tena serê xwe bi cih tîne. * Li Dîlokê Husna Akdogan a ku li dijî daweta wan êrîşa bombeyî pêk hat û bi birîndarî xelas bû, yek ji wan şahidê komkujiya Newroza 1992’yan a Nisêbînê ye. Akdogan dest nîşan kir ku, ji wê rojê û heta niha navnîşan hemû komkujiyên li dijî kurdan dewlet e. * Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) got, Bêrîtanê çalakiya xwe tenê ne ji bo xwe parastinê an jî nekeve destê dijmin pêk anî û wiha axivî: "Em Bêrîtanê çiqas fêm bikin em ê ewqas bikaribin Bêrîtanê bînin ziman. Dema her yek ji me parçeyek ji Bêrîtanê hilda ser milê xwe, wê demê em ê bibin Bêrîtan." * Gulnaz Karakaş (Bêrîtan) ku 25 sal berê ji bo teslîm nebe xwe ji zinarên Çiyayê Xakûrkê avêt û dawî li jiyana xwe anî, bi gotina xwe ya “Ez ê bi şer jiyanê bi dest bixim” girêdana xwe ya ji bo azadiyê pênase dike. Însiyatîfa bi Girtiyan re Piştgirî dê di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi şîara, "Em destûre nedin derbeya OHAL'ê li ser girtiyan pêk bê" dê heta 19'ê kanûnê li ber deriyê girtîgehên ku herî zêde îşkence li wan pêk tên, dest bi çalakiyan bikin. * Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê û lîstikvan Nûr Surer balê kişand ser rewşa jinên hatine binçavkirin, binpêkirina mafên wan î herî xwezayî ya şîrdayînê û zarokên ku ji neçarî li girtîgehê mezin dibin. Surer dest nîşan kir ku, bi rêbazên tên sepandin zarok tên cezakirin û wiha got: “Wek em vana berê zanibin û me fîlmên wan çêkiribe.” * Rûniştina doza 16 endamên DAŞI'ê yên li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bên darizandin, (11.00) * Rûniştina doza xebatkarên Rojnameya Atilimê dê li 13'demîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Platforma Şaxên ÎHD, TİHV, ÎTO û KESK yên Stenbolê dê di nobeta "Edalet û Azadiyê" de li ber Edliya Stenbolê kom bibin. (12.30) BI DÎMEN E * Rûniştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatih Polat û Midûrê Karên nivîsê Vural Nasuhbeyoglu dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. 11.00) * Rûniştina doza rojnameger Faruk Eren, Îhsan Çaralan û Ertuğrul Mavioglu yên tev li nobeta Rojnameya Ozgur Gundemê bûn û doz li wan hat vekirin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00) * Rûniştina doza Endama Meclisa Bajar a Colemêrgê Sibel Çapraz ku nexweş e û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye dê li Edliyeya Geverê bi riya telekonferansê bê dîtn. (10.00) * Ji bo endamê HPG'ê Ugur Akgunder, Cemal Kaya û Dilek Gunenc ên di êrişa hewayî ya Dersimê de jiyana xwe ji dest da li Cemxaneya Dersimê merasimê pêk bîne. (10.00) * Cenazeyê endamên HPG'ê Ramazan Karadağ, Îbrahim Gultekin, Şevin Akdamar, Semra Elalmiş dê li Goristana Yenikoyê ya Amedê cenazeyê Şenay Laleşahin li Gundê Huseynîkê yê Licê, cenazeyê Mahmut Bilgin jî li navçeya Karazê cenazeyê Dilan Akkoç li gundê Terziyan û cenazeyê Yavuz Unas jî dê li Hênê bi girseyî bên definkirin. (11.00) BI DÎMEN E JIN * Jinên ciwan ên Cizîrê bi keda destê xwe hem debara malbatên xwe dikin, hem jî li dijî feraseta desthilatdar şer dikin. * Hevparên KJA'yê yên Amedê di çarçoveya kampanya "Ez li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" de li Salona Dahwetê ya Aştiyê ya Rezan a Amedê bi jinan re civînê pêk bîne. (13.00) * Serokatiya Daîreya polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajare Mezin a Amedê dê di çarçoveya "Projeya Wekheviya zayenda civakî û Tenduristiya Jinê" dê li Otela Diesê civînê pêk Bîne. (09.00) POLÎTÎKA * Hîndekara Beşa Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Mêrsînê Esra Erguzeloglû anî ziman ku, Tirkiye ji ber polîtîkayên enerjiyê polîtîkayên xwe yî derve guhertine û dest nîşan kir ku, dê di navenda peymanên enerjiyê de Îskenderûn, Edene û Mêrsîn hebin. JINGEHA KEDÊ * Nûnerê ÎSÎG’ê Mûrat Çakir diyar kir ku, piştî îlankirina OHAL’ê heta niha herî kêm 513 karker di encama cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane û dest nîşan kir ku, dê bi Pergala Emekdariya Şexsî û sererastkirinên zagonên Karkeriya Bikirê ku berhemên OHAL’ê ne, cinayetên karî zêde bibin. EKOLOJÎ Her du qerexên Çemê Seyhanê ji ber çop û molozên hatine rijandin, veguheriye çopgehê. Endamê Komleya Ekolojiyê Yaşar Gokoglû yê li dijî qirêjkirina çem bertek nîşan de, bangî rayedaran kir da peywira xwe bi cih bînin.