Gelê Şirnexê ku naxwaze axa xwe bi terikîne bûn hedefa dewletê! 2016-10-24 18:43:12 ŞIRNEX (DÎHA) - Gelê Şirnexê ku naxwaze axa xwe biterikîne û li binya Şirnexê di konan de bi cih bûne rastî gefên hêzên dewletê hatin. Îro jî polîsan ser konên Şirnexiyan de girtin û konên wan xira kirin. Hat zanîn ku polîsan ji gel re gotiye, "Vir biterikînin ev axa me ye hûn kude diçin herin, hûn dixwazin herin Kerkuk, herin Îraqê heger hûn vir neterikînin em ê we bi zorî derbixin." Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku li cihê buyerê bertek nîşanî vê helwesta polîsan da wiha axivî." Dewlet bêyî ku riyek alternatîf nîşanî gel bike gel ji konan derxist û konên wan xirakirin. Bila dewlet baş bizane em gelê xwe bê çare nahêlin û em ê wan li cihên bi ewle bi cih bikin. Projeya me ya ku me yê 400 konut ji gel re çêkiriba hatibû redkirin lê em ê vê projeya xwe bixin meryetê û em gelê xwe têde bi cih bikin. Polîtîqayên dewletê yên koçber kirinê berdewam dikin, lê gelê me tu carî paşde gav ne avêtiye wê neavêjî." Parlementera Şirnexê Aycan Îrmez jî diyar kir ku gelê Şirnexê ev 8 meh in li ber xwe dide û wê li ber xwe bide û wiha pêde çû: "Ev 8 meh in dewlet dixwaze gav bi gelê Şirnexê paşde bide avêtin, lê gelê Şirnexê wekî her carî li ber xwe da û wê li ber xwe jîbide.Polîsên livir riya Kerkuk û Êraqê nîşanî gel didin tekane armanca wan bê mirov hiştina Şirnexêye. Lê bila baş bizanin gelê Şirnexê wê tu carî axa xwe ne terikîne." Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî bi helîkopteran gulebaran kirina gundê Xerbikê Bestê bi bir xist û wiha axivî: "Dixwazin bi zorê gelê Şirnexê koçber bikin.Lê rexmê ku Şirnex ji sedî 80'ê yê wî hat xirakirin jî gel axa xwe ne terikand û wê ne terikîne jî."Herî dawî Bîrlîk bang li gel kir ku li derdora Şirnexê kom bibin. Hat zanîn ku wê gelê Şirnexê ku konên wan hatin xirakirin li bajarokê Dêrgul û Şirnexê werin bicihkirin. (kom/on)