Banga li dijî qeyûmê em bi hevre li berxwe bidin li jinên Tirkiyeyê kirin 2016-10-24 09:04:21 STENBOL (DÎHA) - Hevşaredarên DBP'ê yên qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin diyar kirin ku dewletê bi qeyûman peyama "desthilatdarî zilame, qada me ye, dema li hemberî desthilatdariya zilam çalakiyek we çêbû em ê hêza xwe bişînin wir" daye jinan û wiha gotin: "Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê dikin. Li her cihî şîdeta li dijî jinan heye, qeyûm jî darbeyeke li dijî vîna jinan. Divê em ji bi hevre li dijî vê li ber xwe bidin." Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi biryaranameya KHK'ê ku bi OHAL'ê re derxistin qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin. Ligel êrîşa li hemberî vîna gel bi qeyûman êrîşî qadên ku jinan bi têkoşîna dane meşandin bidestxistine jî kirin. Hevşaredarên jin ku qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin banga berxwedanê kirin. Wekîla Hevşaredara Artemêt Nurhayat Çelîk, diyar kir ku ew şaredariyan wekî avakarên jiyanê dibînin û wiha got: "Jinên şaredariya Artemêtê li hemû qadên civakê ne. Dema em dikevin şaredariyê dibînin ku xebatkarên wê ji sedî 90 zilamin. Lê di şaredariyên me de di hemû beşan de xebatkarên jin hene. Me xebatên xwe li gorî pêdiviyên jinan didan meşandin lê bi qeyûman êrîşî vana kirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li jinên Tirkiyeyê dikin ku xwedî li destkeftiyên jinan derkevin." 'Divê jin bi hev re li ber xwe bidin' Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder da zanîn ku dewlet xwe dispêre pergala desthilatdariya zilam û wiha pêde çû: "Pergala hevserokatiyê jî xwe dispêre pergala wekheviyê. Ji ber wê ev ne li gorî pergala dewletê ye, dewletê ev pergal di fermiyetê de ne pejirandiye û hemû hevşaredarên jin girtin. Dewletê bi qeyûman peyama 'desthilatdarî zilame, qada me ye, dema li hemberî desthilatdariya zilam çalakiyek we çêbû em ê hêza xwe bişînin wir' daye jinan. Di heman demê de ev darbeya li dijî pergala hevserokatiyê ye. Divê hemû jinên Tirkiyeyê bi jinên kurd li di nava piştgiriyê de bin. Em dixwazin ku jinên Tirkiyeyê piştgirî bidin me û xwedî li destkeftiyan derkevin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û bi ser bikevin lê em dixwazin ev destkeftî bibin ên hemû jinan. Bêdengî mirovan dikuje. Li hemberî jinan li her cihî şîdet heye. Divê jin bibin yek. Qeyûm jî darbeya li hemberî vîna jinane. Divê jin li hember vê bi hev re li ber xwe bidin." 'Em ê bi hev re têbikoşîn' Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel ku li şuna wê qeyûm hatiye tayînkirin da xuyakirin ku tayînkirina qeyûman beriya salekê hatibû plan kirin û wiha axivî: "Em dizanin ku dewlet di hemû polîtîkayên xwe de civakê hedef digire. Qeyûm jî darbeya li hemberî vîna gel e. Qeyûm bi hilbijartinan ne hat, ji ber wê divê dest ji vêkanîna ku ne li gorî qanûna bingehîne bê berdan. Li şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin wezareta polîtîkayên jinan hatine girtin. Ev ji bo me sedema têkoşînê ye. Dibe ku amûrên ku em pê xizmetê bidin gel ji destê me hatibin girtin lê dê gel bi xwe jiyana xwe bi rêve bibe. Ji 28 qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin tenê yek jine. Li vir jî xwiya dike ku li hemberî vîna jinan êrîşek heye. Em ê bi jinên Tirkiyeyê re li hember van ferasetan têbikoşîn." (mb)