Li dijî şideta jinê kampanyayên ‘Mor Makas’ û ‘Alyazma’yê 2016-10-23 09:09:46 ANTALYA (DÎHA) – Gerînendetiya Xizmetên Jinan û Malbatan a Şaredariya Mûratpaşayê bi kampanyayên “Alyazma” û “Mor Makasê” dixwaze li dijî şideta li hemberî jinê raweste. Gerînendetiya Xizmetên Jinan û Malbatan a Şaredariya Mûratpaşa ya Antalyayê, ji bo li dijî şideta li hemberî jinê têbikoşe kampanyayên wek “Alyazma” û “Mor Makas”ê dan destpêkirin. Ozden Onder a ku li Gerînendetiya Xizmetên Jinan û Malbatan wek civaknas dixebite dest nîşan kir ku, wan wek şaredariyê pêşî têkildarî jin ‘xizmeteke çawa dixwazin’ xebatên anketî kirine û pişt re hin xebata hatine destpêkirin. Onder anî ziman ku, li cîhanê û Tirkiyeyê ji 3 jinan yek jê rastî şidetê tê û diyar kir ku, wan di qada xwe de tespîtkiriye û li 56 taxan wan bi her jinê re hevdîtin pêk aniye. Onder dest nîşan kir ku, wan di xebata anketî ya li Taxa Mûratpaşayê tespîtkiriye ku ji 3 jinan yek jê rastî şidetê tê û wiha got: “Di vê xebata anketî de me digot dê bi piranî jin daxwaza hêwirandinê bikin, lê belê herî zêde jinan ji me daxwaza navendên jinê kir. Me bi hemû jinên derdorên demokrafîk re hevdîtin pêk anîn. Hemû jinan diyar kir ku, ew li nav malê rastî şidetê tên û gotin, ew nizanin ew ê çawa ji dereqê vê derkevin.” 'Me jinên rastî şidetê hatin ji bîr nekiriye’ Onder ragihand ku, ew bi van daneyên îstatîstîkî ketine rê û dest nîşan kir ku, wan koma “Alyazma”yê ava kiriye. Onder a ku çîroka “Alyazma”yê vegot wiha domand: “Li Navçeya Mûratpaşaya Antalyayê, li Parka Sogûksû Bayindirê peykerekî “Alyazma”yê heye. Ev peyker ji aliyê Prof. Dr. Merîç Hizal ve hatiye çêkirin. Li ser vî peykerî navê 476 nav û bajarên jinên rastî şideta mêrî hatine heye. Dema êvarî ji binî ve ronahî tên vêxstin, navê wan jinan li asîman dixuyên û me ew jin ji bîr nekirine. Ji ber vê me jî ev nav bi kar anî.” Onder da zanîn ku, li Navenda Şêwirmendiyê ya Alyazmayê civaknas, derûnas, xizmetên civakî, hemşîreyên pispor, psîkyatrî, psiporên zarokan û huqûqnas dixebitin. Onder wiha domand: “Welatiyên me dikarin bi 444 80 07’an xwe bigihînin vê komê û serî lê bidin.” Onder dest nîşan kir ku, wan di kampanyaya “Alyazma”yê de şareke sor bi kar anîne û di bin vê şarê de hejmarên telefona navendê heye û wiha got: “Bi taybetî dema em pirtûkçe û broşoran belav dikin, dema jin van digirin û mêr di dest wan de dibîne rastî şidetê tên. Me jî şara ku di çanda Anatolyayê de cih digire bi kar anî û bi vî awayî mêr wê ferq nakin. Lê dema jin rastî şidetê bê, bi rihetî êdî dikare bi rêya wan reqaman xwe bigihîne navendê.” Kampanyaya ‘Mor makas' Onder dest nîşan kir ku, li navçeya Mûratpaşayê zewacandina zarokan zêde ye û da zanîn ku, ji bo ew rê li pêşiya vê bigirin wan bi Odeya Kuafor û Manîkuriyê re protokolek îmze kirine. Onder got, li Taxanavçeya Mûratpaşayê 600 kuafor hene û da zanîn ku li her kuaforekê 4-5 xebatkar dixebitin. Onder diyar kir ku, ew ê li hemû kuaforan ji xebatkaran koman ava bikin û dê di warê têkoşîna li hemberî zewicandina zarokan, şideta li dijî jinê perwerdehiyê bidin van koman. Onder da zanîn ku, bi îmzekirina protokolê wan kampanyaya “Mor Makasê” daye destpêkirin. 'Em ku çe bi kuçe digerin û vedibêjin’ Onder anî ziman ku, têmaya wan î sereke rêgirtina li pêşiya şideta li dijî jinê ye û diyar kir ku, wan bi tevdîrgirtinên parastiniî dest kiriye û wan li sera, mizgeft, park, malan bi jinan re hevdîtin pêk aniye û di mijara şidetê,şieta li dijî jinê agahî ragihandine. Onder diyar kir ku, piştî van hevdîtinan jin serî li wan didin û dest nîşan kir ku, agahiyên ku di van serlêdanan de cih digirin jî, tenê kesên pispor dikarin bibînin û ew di vî warî de nepeniyê esas digirin. Onder anî ziman ku, wan wek şaredarî ji bo jinan Bazara Elîzeyê ava kiriye û da zanîn ku, li vê bazarê berên organîk tên firotin û got, jin bi keda xwe tevlî jiyana civakî dibin. (red)