Wekîlê CHP'ê Erdem: Divê Eniya Demokrasiyê bê avakirin 2016-10-23 09:07:26 ENQERE (DÎHA) - Wekilê CHP'ê Eren Erdem ku di panela bi mijara "Serokdewletîyê" ya baskê ciwanên CHP'ê û kamoleyekê de rastî êrîşa lincê ya komekê hat, diyar kir ku ji aliyê medya hawiz û hin wekîlên AKP'ê ve bûye hedef. Eren, anî ziman ku li dijî êrîş û aloziyan divê Eniya Demokrasiyê bê avakirin. Wekilê CHP'ê Eren Erdem dema beşdarî panela Baskê Ciwanên CHP'ê ya navçeya Bagcilarê û Komeleya Gundê Guneşlî ya Akçadag a Malatya ya "Serokdewletî" bû rastî êrîşa komek ciwanên nijadperest hat. Erdem, êrîşa lîncê ya li dijî xwe wekî duyemîn bûyera Madimakê pênase kir. Erdem êrîş û tundiya di demên dawî de peş dikevin û çareseriya li hemberî vê yekê ji DÎHA'yê re axivî. Erdem, anî ziman ku dema li hundir di panelê de di axivî li derve dengê "tekbir"an bilind bû û wiha got: "Min di destpêkê de fam kir ku meşa şehitan heye. Piştî demekê siloganên "Eren Erdem şaş nebe, sebra me xelas neke" berz kirin. Piştre kevir avêtin çaman û cam şikandin. Li ser vê yekê hevalên meyên komeleyê daketin jêr. Xwestin li pêş wan barîkatê dîtin. Komê Serokê komeleyê û rêveberên komeleyê darp kirin. Piştî êrîşê polîs hatin cihê bûyerê û barîkat danîn. Vê carê kevir avêtin pişt barîkatê." Erdem, da zanîn ku wan der barê naveroka panelê de kes agahdar nekiribû û panelek navxweyî bû û wiha got: "Me îlan nekir ku em dê li navçeyê bernameyek wisa pêk bînin. Lê çawa ev kom fêr bûn û êrîşî me kirin. Çawa koma Bozkurtan dikevin tevgerê. Ev plankirî û organîze pêş dikeve. Qesr û MHP ji bo pergala Serokdewletiyê bûne yek û li hev kirine. Ev êrîş li dijî bertekên dijberî koalisyona Serokdewletiyê ye. Min wekî siyasetmedarekî bi awayekî devkî fikrên xwe anîn ziman. Ji xwe karê siyasetmedaran jî ewe ku fikren xwe bînin ziman û parve bikin. Divê partiyên siyasî nîzam û terbiyê bidin endam û dildarên xwe." 'Dikarin bi rêbazên demokratîk şermezar bikin' Erdem, destnîşan kir ku kesên fikrên wan nepejirînin dikarin bi awayekî demokratîk çalakiyan pêk bînin û bertekên xwe bînin ziman û wiha berdewam kir: "Bertekên wan ên demokratîk min aciz nedikir. Lê li şûna bertekên demokratîk bi keviran êrîş bikin. Avahiyê kevir bikin û caman bişkînin, rêveberan derp bikin, lînç bikin ev nayê qebûlkirin û aciz dike. Li hundir mirovên zarok û kal hebûn. Em ji jiyana wan ketin fikarê. Koma ku êrîş kirin, bi meşek girseyî hatin heta salona panelê û êrîş pêk anîn. Çawa dibe ku kes ve yekê nebîne û wan asteng neke. Ev bi tu awayî ne pêkan e. Ocaxa Osmaniyan û MHP'ê peyan şandin û diyar kirin ku tu eleqeya wan pê tune. Lê her çend bi awayekî fermî lê xwedî dernekevin jî dîmen û delîl li holê ne. Li pişt vê êrîşê hêza polîtîk û siyasî heye. Ne komek serbixwe ye." Siyasetê li Tirkiye jahr dikin Erdem, da zanîn ku partiyên îktîdarê li Tirkiye siyasetê jahr dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê êdî tundî û êrîş bi dawî bibin. Divê her tişt asayî bibin û vegerin halê xwe yê asayî. Çiqas alozî û tundî zêde bibe dê ew qas her tişt dijwar bibe. Berpirsiyarê êrîşa lîncê ne 150-200 kesin. Berpirsiyar medya hawiz û îxtîdar e. Pokemonên Qesrê ne. Her tiştî berovajî dikin, aloz û tev li hev dikin û êrîşkaran sor dikin. Yên ku êrîşkar anîn wir medya bê teşe û wekîlên îktîdarêne. Êdî divê ciwan nayên lîstika van kesan. Pêdivî bi pêvajoya aştiyê heye. Pêdivî bi diyalog û axaftinê heye. Divê êdî ji bo demokrasiyê ji nûve xebat bê meşandin û bingeha demokrasiyê bê avakirin. Pêdivî bi avakirina Eniya Demokrasiyê heye. Divê rê li pêş aştî û aramiyê veke û pêşiya tundî û êrîşan bigire." (mae)