ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-23 09:02:04 * Bi îlana OHAL'ê re îşkenceya li girtîgehan zêde bû. Êdî hemû pêkanînên îşkenceya li ser girtiyan wekî rewşek asayî tê dîtin. Li gorî rapor û belgeyan li gelek girtîgehan bi awayekî vekirî îşkence tê girtin û serlêdan li ber çavan nayên girtin. * Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu bertek nîşanî gefên Walîtiya Şirnexê yên ji bo xerakirina konên gel da û got dewleta destûr neda ew ji bo gelê Şirnexê konteyniran ava bikin, niha jî polîtîqayên xwe yên bê mirov hiştina Şirnexê xistiye dewrê. BI DÎMEN E * Li Hatayê penaberên sûriyeyî û gundî, piştî paleyîya fistîqan niha jî li zeviyan bermayiyên fistiqan berhev dikin. Li gel vê, çavê penaberên ku li zeviyên fistiqan dixebitin her li welatê wan e. * Li Geverê piştî teqîna ku Ûmût Ayvalikê 10 salî jiyana xwe ji dest da û Havîn û Hakan Ayvalik jî bi giranî birîndar bûbûn, li heman zeviyî 3 teqemeniyên din jî hatin dîtin. * AKP piştî rûxandina navçeya dîrokî Sûra Amedê, niha jî li navenda bajêr qadên hêşînahiyî û cemaweriyê ji bo rantê vekiriye û li van qadan dest bi avakirina AVM û resîzdansan kiriye. * Polîsên ku li Taxa Kuçukdîkîliyê avahiya SEYMER’ê dagir kirin û veguherandin qereqolê, hat diyarkirin ku gef li niştecihên xwarine û ciwan derb kirine. * Wekîla berê ya AKP'î ya Wanê Gulşen Orhan li ser malbata Tenlî îfade dabû û ji ber îfadeyê 4 kes hatibûn girtin û rastî cezayê muebetê hatibûn. Derewên Gulşen Orhan ên ku çawa wekî fîlm hatine amadekirin derket holê. * Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) a Enqereyê dê têkîldarî mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê "Rapora Çapemeniyê" li avahiya Yekîtiya Mulkiyeyiyan bi civîna çapemeniyê parve bike. (11.00) POLÎTÎKA * Wekilê CHP'ê Eren Erdem ku di panela bi mijara "Serokdewletîyê" ya baskê ciwanên CHP'ê û kamoleyekê de rastî êrîşa lincê ya komekê hat, diyar kir ku ji aliyê medya hawiz û hin wekîlên AKP'ê ve bûye dedef. Eren, anî ziman ku li dijî êrîş û aloziyan divê Eniya Demokrasiyê bê avakirin. * Hevseroka KCD’ê Leyla Guven amadekariyên Tirkiyeyê yên têkildarî Mûsil, Rojava û derveyî sînor nirxandin û wiha got: “Li qisûrê nenêre kes baweriyê xwe bi gotina Tirkiyeyê ya “Ez ê li Mûsilê bibim çareserî” nayîne. Heke li nav Tirkiyeyê azadî tune be, dê ji bo cînarê xwe, ji bo Mûsilê jî nebe çareserî.” JIN * Gerînendetiya Xizmetên Jinan û Malbatan a Şaredariya Mûratpaşayê bi kampanyayên “Alyazma” û “Mor Makasê” dixwaze li dijî şideta li hemberî jinê raweste. * Meclîsa Jinê ya KESK'ê bi şîara "Em li dijî êrîşên destkeftiyên jinan û têkoşîna jinê hedef digire xwedî li beden û nasnameya xwe derdikevin" dê li Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ABORÎ * Li Çîvrîlê, cotkarên ku sala çûyî kîloya sêvên nejêkirî di navbera 1-1.5 TL’yî de difirotin, îsal ji ber polîtîkayên şerî yên AKP’ê kîloya sêvan bi 50 qurişî jî nikarin bifiroşin. Cotkar ji ber nikarin sêvên xwe bifiroşin, wan dirijînin qadan û diyar kirin ku, ji ber qeyrana aborî wan dest bi jêkirina darê sêvan kiriye.