Di bin çavan de rastî îşkenceyê hat 2016-10-22 15:40:59 MERSÎN (DÎHA) - Malbatên kesên 10 roj berê li Mêrsînê hatin binçavkirin û şandin TEM'a Mêrsînê ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Malbata Ercan Fırat anî ziman ku bi rêya parêzeran gilî kirin. Polîsan di 12'ê Cotmehê de li Mêrsînê b ser gelek malan de girt û 7 kes binçav kirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin Ercan Firat e. 7 kesên ku 10 roj berê hatin binçavkirin hêj li TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan tên rawestandin. Hevsera Ercan Firat Merve Nur Fırat, diyar kir ku polîsan bi maşîneyên zixrî bi ser mala wan de girt û hevserê wê ji malê binçav kirin. Firat, da zanîn ku dema polîsan bi ser mala wan de girt, serê hevserê wê li dîwaran xist û bi darê çekê li serê wî dixistin û wiha got: "Ez bûm şahida îşkenceya polîsan. Polîsan gef li min jî xwarin û xwestin min jî binçav bikin. Her çend qala edaletê dikin jî em bi çavê xwe dibînin ku misqala edaletê bi wan re tune. Ez ducanî me. Jiber tundiya wan ez çûm nexweşxaneyê. Li gorî parêzeran hevserê min 12 rojin di bin çavan de rastî tundiyê tê. Em agahiyê ji jiyana wî nagirin. Em bi fikar in. Ew pêxwaz binçav kirin û birin. Ne xwarin û ne jî nan didin hevserê min. Her roj îşkenceyê li hevserê min dikin." Bavê Ercan Abdulgaffar Firat jî anî ziman ku ew hêj nizanin çima kurê wan hatiye binçavkirin û xwest kurê wî serbest bê berdan. Parêzerê Malbatê Mehmet Altuntaş jî anî ziman ku heta 19'ê Cotmehê agahî ji muwekilê xwe negirt û wiha got: "Ev pêkanîn û binçavkirin keyfî ye. Altuntaş, da zanîn ku piştî 20'ê Cotmehê bi muwekilê xwe re hevdîtin kiriye binçavkirina muwekilê wî li dijî hiqûqê ye. Altuntaş, anî ziman ku muwekilê wî 5 caran rastî îşkenceyê hatiye û ji ber vê bê hiqûqiyê wan li Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê kilî kiriye. (mae)