Li Pulurê pevçûn dijwar bûn 2016-10-22 14:45:07 DERSIM (DÎHA) - Piştî li navçeya Pulura Dersimê "qedexeya derve" hat îlankirin şer û pevçûn dijwar bûn. Piştî li navçeya Pulura Dersimê operasyon hat destpêkirin li mêrgên Dedgan, Safkan, Deyasur, Şorşiwenk, Lilgan ên gundê Gamîr di navbera leşker û gerîlayan de pevçûn derketin. Hat ragihandin ku dengê çekan li navenda navçeyê tê bihîstin û li daristanên Kozluca û Kenzîrê ji ber topbarana leşkeran şewat derketiye. Li navçeyê operasyon û pebçûn dijwar bûne. (mb)