Cenzayê Selman Tîryakî hat definkirin 2016-10-22 13:54:51 AMED (DÎHA) - Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî yê li çoltera Erzînganê jiyana xwe ji dest da li Amedê hat definkirin. Bavê Tîryakî, Abdulbarî Tîryakî di merasîma cenaze de axivî û banga "şehîdên ku canê xwe dane ji bîr nekin, girêdayî doza wan bin" kir. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî (Ciwan Amed) ê di 19'ê cotmehê de li çoltera Erzînganê jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Tîryakî bi dirûşmên "Şehîd namirin" ^"Ey şehîd çeka te li erdê namîne" hat definkirin. Endamê DÎAYDER'ê Seyda Abdulbarî Tîryakî darbesta kurê xwe girt li ser milê xwe û bi nîşaneya serkeftinê ve anîn ser gorê. Bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi sedan kesan bi hevre sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. 'Ji cenazeyan ditirsin' Hevseroka MEYADER'ê Ayşe Dîcle li vir axivî û Ciwan û hevrêyên wî ji bo azadiya gelê xwe li dijî feraseta qirêj têdikoşin. Dîcle bal kişand li ser polîsên ku goristan dorpêç kirin û wiha berdewam kir: "Dengê min diçe wan. Ji cenazeyê ciwanên ku qetil dikin jî ditirsin. Ev nîşan dide ku wan winda kirine." 'Şehîdan ji bîr nekin' Piştre bavê Tîryakî, Abdulbarî Tîryakî axivî û got ku ew ê ji bo kurê xwe negirî. Tîryakî wiha got: "Heqê xwe li şehîd helal bikin di heman demê de heqê şehîdan jî ji bîr nekin. Yên ku Kurdistan parçe kirin, zarokên me bi xwîna xwe kevirên sînoran şikandin. Birçî mna, bêxew man, bi mirinê re rû bi rû man lê teslîm nebûn, îxanet nekirin. Li şûna vê canê xwe feda kirin. Tiştekî ku ji dijmin re bibêjim nîne dê aqîbeta wî jî wekî Sedam û nemrûdên din be em ê vî bibînin. Ez bang li kurdan dikim, nebe ku bila kes neketev nava rehawetê. Bİ malê dinê nexapin û vî riya paqij qirêj nekin. Nirxên me bêximet nekin. Şehîdên me yên ku canê xwe dane ji bîr nekin. Girêdayî doza wan binb Min soz daye şehîd ez ê negirîm." (sa)