Leşkerên Tirk bajaroka Mari û Şêx Îsa topbaran kir 2016-10-22 13:10:29 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Artêşa Tirk bajaroka Mari bajarokê Şêx Îsa yên girêdayî herêma Şahbayê topbaran dikin. Hat diyarkirin ku leşkerên tirk ên axa Rojava dagir kirine û di operasyona ‘Mertalê Firatê’ de cih digire ji bajarokê Mariyê bajaroka Şêx Îsa ya girêdayî herêma Şehba bi hawanan topbaran dikin. Hate destnîşankirin ku topbaran bi dijwarî didome. (mae)