Îktîdarê hiqûq kir ço yê destê xwe 2016-10-22 12:41:05 ENQERE (DÎHA) - ÎHD, ÇHD, OHD û TUHAD-FED'ê bi civîna hevpar a çapemeniyê operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî siyasetmedarên kurd ên li Enqereyê şermezar kirin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û nûnerên TUHAD-FED'ê yên Enqereyê derbarê binçavkirina siyasetmedarên Kurd û aktivîstên ku duh li Enqereyê hatin binçavkirin de bi malbatên wan re civînek hevpar a çapemeniyê li dar xistin û opersayonên qirkirina siyasî şermezar kirin. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevseroka ÎHD'a Enqereyê Hulya Mendîllîoglu, ve hat xwedndin. Mendîllîoglu, da zanîn ku AKP'ê darbeya 15'ê Tîrmehê ji xwe re firsend ditiye, êrîşî aliyên muxalif dike û wiha got: "AKP'ê bi OHAL'ê re biryarnameya KHK'ê derxist û mudaxeleyî hemû aliyên civakê kiriye. Bi binçavkirin û dirêjkirina dema binçavkirinê dixwaze aliyên muxalif bêdeng bike, bi girtinên bê maf aliyan bê bandor bihêle û vana jî di bin navê hiqûqê de dike. Di serdegirtinên malan de lêgerîn pêk hatine û amûrên di malê de hatine desteser kirin. Îktîdar aliyên ku wekî wî nafikirin, kesên ku li hemberî bêmafiyan deng derdixin, bertekên xwe yên demokratîk tînin ziman, li hemberî aliyên rêxistin kirî yên civakê operasyonên binçavkirinê pêk tîne. Îktîdarê hiqûq kiriye ço yê destê xwe. Divê demilstes dest ji van operasyonan bên berdan û kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan." Li aliyê din parêzer Alîşan Şahîn pirsên rojnamegeran ên derbarê dema binçavkirinan de bersivand. Şahîn, da zanîn ku daxwaza wan a hevdîtinê ya bi muwekîlên wan re destpêkê ji aliyê polîsên TEM'ê ve hat astengkirin piştî serî li dozgeriyê dane karîne bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Şahîn, anî ziman ku li hemberî kesên hatine binçavkirin pêkanînên xirap ne hatine kirin û wiha got: "Yek ji muwekîlê min Huseyîn Gevher nexweşê qansera prostatê ye, ji ber wê di aliyê tendirûstiyê de pirsgirêkên cîdî derdikeve. Ji bo Gevher di demek zû de bê berdan me serî li hemû riyên hiqûqê dane. Jinên hatine binçavkirin li Midûryeta Asayîşê di nezaretê de tên girtin. Zilam jî li TEM'a nû ya li pişt CEPA'yê hatiye çêkirin tên ragirtin." (mb)