Hûn dê karibin şopa komkujiyê jî paqij bikin? 2016-10-22 12:32:23 ŞIRNEX (DÎHA) - Rayedarên dewletê li Cizîrê şopa nivîsên polîs, leşker û tîmên taybet ên nijadperetî, cînsî û neheqiyê ku li ser dîwaran nivîsandibûn jê dibe. Welatiyên Cizîrê jî diyar kirin ku dibe nivîsê jê bibin, lê dê nikaribin şopa komkujiyê ji mejiyê wan bibin û ew dê vê komkujiyê tu carî ji bîr nekin. Rayedarên dewletê, li Cizîrê dest bi paqijkirina nivîsên nijadî, zayendî, çêr û heqaret ku polîs, leşker û tîmên taybet li ser dîwaran nivîsandibû kir. Komkujiya ku hêzen dewletê li Cizîrê pêk anî û nivîsên nijadî ku li ser diwaran nivîsand û heqaret li gelê kurd û gelê Cizîrê kir êdî di hiş û mejiyan de hat kolandin û tu carî nayê ji bîr kirin. Her çend rayedarên dewletê piştî 7 mehan dest bi paqijkirinê bike jî gelê Cizîrê komkujiya ku 79 rojan li Cizîrê pêk hat ji bîr nake. Nivis ji aliyê xebatkarên şaredariyê ku qeyûmê ew erdkar kirine ve tê paqijkirin. Paqijkirina nivîsan li taxa Cudî dest pê kir. Welatiyan bertek nîşanî polîtîkayên dewletê da û diyar kir ku her çend nivîs bê paqijkirin jî dê nikaribin şopa komkujî û hovîtiya dewletê ji mejiyê wan bibin û ew dê tu carî vê komkujiyê ji bîr nekin. (mae)