Bi tûrikên çîrokên xwe bajar bajar digere 2016-10-22 11:31:55 ARJÎN DÎLEK ONCEL RIHA (DÎHA) - Lîstikvan Deniz Soruklu Evren, ji bo zarokên ji cih û warên xwe koçber bûne eşên wan derman bike bajar bi bajar digere û bi zimanê wan çîrokan ji wan re dibêje. Komeleya Alîkariya Mirovahîyê ya Piştgiriya Jiyanê, di çarçoveya "Projeya Çîrokên Xwehbira" de, xebatên ji bo zarokên ku di şer de ji cih û warên xwe koçber bûne berdewam dike. Komeleyê piştî li Kampa Êzidiyan ê Wargeha Fidanlikê ya Amedê proje xist meriyetê, niha jî li taxa Suleymaniye ya Rihayê projeya çîrokan pêk tîne. Komele li Silêmaniyê bi zarokên kampê re hatin cem hev û çîrokan ji zarokên mexdûrên şer de dibêjin. Xebatkarên komeleyê bi silogana “Dayê ji min re çîrokekê bêje" çîrokan ji zarokan re dibêjin. Komeleyê di 10'ê Cotmehê de li taxa Silêmaniyê di pêşengiya listikvan û derhêner Deniz Soruklu Evren de kargeriya çîroka zarokan vekir û zarokên kurd, ereb û tirk li hev kom kir û çîrokan ji wan re dibêje. Evren, anî ziman ku ew ji bo zarokên koçber û mexdûrên şer bajar bi bajar digerin û çîrokan ji zarokan re dibêjin. Evren, anî ziman ku bi gotina "Di tûrê min de çirokên min hene ez hatim bi were parve bikim" li nava zarokên koçber û penaber digere û wiha got: "Ez bi vê Projeya Çîrokên xwehbira hewl didim xwe bigînim zarokên bindest, mexdûrên şer û wan ji êş û şer dûr bixim. (mae)