Ebadî: Enqere dixwaze xwe zêdetir li Iraqê bicih bike 2016-10-22 11:16:22 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku Enqereyê di dema pêwîst de alîkariya Bexdayê nekir û niha jî şer dike ji bo ku xwe zêdetir li Iraqê bicih bike. Li Bexdayê Konferansa Hişyariya Îslamî bi beşdariya alimên olî yên 22 welatan beşdar bûn hat lidarxistin. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di Konferansê de axivî û wiha got: “Iraq gihişte qonaxa dawî ya xilaskirina DAIŞ’ê.” Heyder Ebadî diyar kir ku piştî 25 salan ji bo cara yekê, artêşa Iraqê çû nava xaka Herêma Kurdistanê. Ebadî dazanîn ku hemû hêzên Iraqî li dijî terorê yek in.” Di berdewama axaftina xwe de Ebadî wiha got: “Kesên ku ji bo xelkê sunî digrîn çima di dema DAIŞ ket Mûsilê ti helwestek nîşan nedan. Enqereyê di dema xwe de tu alîkarî neda Iraqê. Niha jî ji bo ku xwe zêdetir bicih bike, şer dike.” (sa)