Di civîna baroyê de wêneyê Elçî û pankartên tecrîda îmralî û Cizîrê vekirin 2016-10-22 10:30:09 STENBOL (DÎHA) - Di civîna Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz wêneyê Tahir Elçî û pankartên balê dikişîne ser Tecrîda li Îmraliyê û komkujiya li Cizîrê vekirin. Baroya Stenbolê ji bo rêveberiya xwe ya nû hilbijêre dê kongreya xwe pêk bîne. Civîna Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê dê li Navenda Kongreya Haliçê bê lidarxistin. Di ji bo Serokê Baroya Stenbolê 5 namzet têkevin hilbijartinê. Di civîna Lijneya Giştî de dê zêdeyî 10 hezar parêzerên ku endamên baroyê ne dengê xwe bikar bînin. Parêzerên ku piştgiriyê dide endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, li salona civîna kongreyê wêneyê Berokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî vekirin û li bin "Tahir Elçî nemir e" nivîsandin. Dîsa parêzerên endamên komeleyeyê li salonê pankarta "Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin" û "Em li dijî şer aştiya gelan biparêzin" û "Ya ku li Cizîrê şewitî, mirovahî bû. Emê mirovahiyê biparêzin" vekirin. Li ser navê Koma Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Prz. Several Ballikaya, li ser navê Koma Once îlke Çagdaş, Prz. Mehmet Durakoglu, li ser navê Koma Nijadperest Prz. Ali Rıza Kaplan, li ser navê Platforma Serdestiya Hiqûqê Prz. Mehmet Sari, li ser navê Koma Mafê Parêzeran Prz. Omer Kavilli xwe namzet nîşan dan. Lijneya Gişti dê bi axaftina Serokê Baroya Stenbolê Prz. Umit Kocasakal dest pê bike. (mae)