Ji gorên zinarî yên 4 hezar salî efsûn difûre 2016-10-22 09:22:18 DERSIM (DÎHA) – Li Xozatê, gorên zinarî yên di navbera gundên Peyik û Segedîkê de ne û xwedî paşerojeke 4 hezar salî ne, efsûniyek difûre. Li Xozata Dersimê, gundên Peyik û Segedîkê wek muzeyên gorên zinarî ne. Di navbera her zinarî de şiverê hene û li berwarên van goran hebûna kevza ku di çêkirina hineyê de tê bikaranîn, bala mirov dikşîne. Gorên zinarî herî zêde bi qasî kîlometreyekê li jora gundê Segedîkê hene. Li qada ku nêzî 20 gorên zinarî hene, li berwara wan î ku li kendal dinihêre qulên wek bi qasî metreyekê û kareyan hatine çêkirin li ber çavan dikevin. Her wiha gorên li hundirê şikeftê û beşên li hundirê odeyan mirov diheyirînin. Li derketina gundê Peyîkê jî, şikeftinên ku dibin dagirkeriya Qereqola Çaglarcayê (ev qereqol piştî Komkujiya 1938’an a Dersimê hat avakirin) de ne. Qereqola ku tim rastî êrîşên gerîllayan dihat, di sala 2009’an de li ser girekî hin bilindtir hat avakirin. Piştî qereqol cihê xwe veguhast şikeftên dîrokî hîn bêtir xuyangtir dibin û niha bûne cihwarê bi sedan kevokî. Her wiha dîsa tê dîtin ku, li ser şikeftên ku gorên zinarî tê de cih digirin leşkeran kozik vedana û qûle çêkirine, û li pêyî leşkeran çop, amûrên leşkerî û hafriyat maye. (red)