Mertala Serokê AKP’yî Ford Ranger e 2016-10-22 09:21:53 AMED (DÎHA) – Ji bo Serokê AKP’a Amedê Mûhammed Dara Akar ê ku di daxuyaniyên xwe de tim îdia dike ku AKP aramî aniye herêmê, Ford Rangera zirxî û tîmên taybet hatin tahsîskirin. Ji bo Serokê AKP’a Amedê Mûhammed Dara ê ku bi talîmatên taybet ên serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû hat ser kar, wesayîteke zirxî ya bi marka Ford Rangerî hat tahsîskirin. Her wiha hat derpêşkirin ku, ji bo Akar ê ku wesyaîta sinyalbir bi kar tîne, 2 parêzkar û 3 tîmên taybet jî hatine tahsîskirin. Her wiha Akar ê ku îdiayên ku ew ji peywirê hatiye girtin derewand, hat îdiakirin ku meaş jî dide polîsên ku 5 hezar TL meaş digirin. Akar ê ku tim di daxuyaniyên xwe de îdia dike ku AKP aramî aniye herêmê, hat zanîn çend roj berê dema xwestiye serdana Sûrê ya ku hîn jî li 6 taxên wê qedexeya derketina derve didome, bi hinceta “ewleyiyê” serdana wî hatiye betalkirin. Her wiha daxuyaniya Akar a ku çend roj berê der barê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DBP’î kiribû jî rastî bertekên tund hatibû. Daxuyaniya Akar wiha bû: “Di tayînkirina qeyûman de, rewşeke nelirê tune ye. Tevgerîneke li gor sererastkirinên huqûqî hatiye kirin.” (red)