Girtî li erdê radizên 2016-10-22 09:17:10 RIHA (DÎHA) – Parêzer Hasan Kiliç diyar kir ku, piştî îlankirina OHAL’ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê jî binpêkirinên mafan zêde bûye û wiha got: “Li qawîşên 10 kesan 15 kes dimînin û girtî li erdê radikevin.” Piştî îlankirina OHAL'ê li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirina mafan her diçe zêdetir dibe. Ji van girtîgehan yek jê jî Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ye, ku nû hatiye avakirin. Rêvebirê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Parêzer Hasan Kiliç, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê binpêkirinên mafan bi awayekî zêde xwe didin der û wiha got: “Li qawîşên 10 kesî, 15 kes dimînin. Ji ber vê hin girtî li erdê radikevin.” Kiliç da zanîn ku, kêmaniya paqijî û avê heye, ji ber vê girtî di nav şert û emrcên nehîjyenîk de dimînin û got, ev bi zanebûnî tê kirin. 'Ne zagon, li gor talîmatan tevdigerin’ Kiliç diyar kir ku, pirtûkên ku ji girtiyan re tên şandin ji aliyê îdareya girtîgehê ve tên desteser kirin û radestî girtiyan nayê kirin. Kiliç da zanîn ku, her çiqas mafê girtiyan ê hewadariyê hebe jî ev maf tê binpêkirin û got ji bilî 20 deqîqeyî pêvtir nahêlin girtî derkevin hewadariyê. Kiliç wiha got: “Piştî îlankirina OHAL’ê em û polîsan tim dikevin qirika hev û prisgirêkan derdixin. Li gor zagonan parêzer û muwekîl her tim dikarin hevdîtinan pêk bînin, lê ev maf tê astengkirin. Ne zagon, li gor talîmatan tevdigerin. Ev binpêkirinên li tu derî tune ne. Zagon û Qanûna Bingehîn binpêkirine.” (mhy/red)