‘Ji bo Mûsilê çareserî Ocalan e' 2016-10-22 09:14:20 KENAN KIRKAYA/SELMAN GUZELYUZ ENQERE (DÎHA) – Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder ji bo mijara Mûsilê “Modela Cizîrê” pêşniyar kir û got: “Tenê çareserî, pêşniyarên ku bi sala ye Birêz Ocalan pêşniyar dike ne.” Li herêmê têkildarî veguherîna hevsengan geşedanên nû bi lez û bez xwe didin der. Li Tirkiyeyê jî hem ji ber geşedanên li herêmê û hem jî têkildarî hevsengên li herêmê, geşedanên sancoyî û tengaaviyî xwe didin der. Di navenda hemû geşedanan de jî, geşedanên li Rojava û li Mûsilê cih digirin. * Operasyona Mûsilê ya ku bi meha ye li ser tê axaftin, dest pê kir û ji ber vê di navbera Tirkiye û Iraqê de rageşiyek heye. HDP vana geşedanan çawa dinirxîne? Em dikarin Mûsilê wek sernevekî cuda bigirin dest û hem jî ji hêla wê yî ku hemû herêmê eleqedar dike. Di hêlên wê yî wisa krîtîk hene. Axaftina li ser Mûsilê, tê wateya axaftina hemû herêmê. Nêzîkatiya hemû welat û blokên arasteyî herêmê, hemû emereyên van polîtîkayan di xwe de dihebîne. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ev e: Bi her awayî Mûsilê ji bin venêrîn û hebûna kurdan derxe û heke pêkan be wê tabiî pêvajoya dagirkeriyê bike. Ev pratîka Tirkiyeyê ye. Dema em li pratîka Rojavayê (ya cîhanê) dinihêrin, em behsa operasyoneke çavkaniyên enerjiyê yên ku felaketa vê sedsalê ne dikin. Di nav van koordînatan de, pêşniyaza herî mirovane ku dê karibe ji bo vê tevlîheviyê re bibe bersiv, mecbûr e rediye û pêşniyazekê di xwe de bihebîne. Reddiye nikare bibe mijara li Mûsilê şerekî mezhebî û avakirineke nû. Pêşniyaz, beriya ku ev hemû dagirkerî xwe bidin der bi çend salan, pêşniyar û dahurandinên Birêz Ocalan in. Heta niha ji bo çareseriyê ji van pêşniyazan zelaltir tu pêşniyaz nehatine kirin. Ji van pêşniyazan demokratîktir û çareseriyî heta niah nehatine pêşxistin. *Ev pêşniyaz çî ye? Bi bingeheke demokratîk e, ku em jî ji bo herêmê di bin sernavê teklîfeke demokratîk de berpêş dikin. Li vir hûn mecbûr in nexşeyeke, ku dê gel baweriyên xwe li gor xwe bijî û li ser tu kesî ferzkirineke hegemonîk tune be biafirînin. Teklîfa demokratîk navê vê ye û navê wê yî tekane ye. Heke ew der bi tena serê xwe bibe ya kurdan, dê pirsgirêk neyê çareserkirin, heke di bin banê şiî û sunniyan de be jî dê pirsgirêk neyê çareserkirin. Li wê derê; kurd, tirkmen, suryan, bi awayekî qismî êzîdî, ereb yanî hemû diyarkerên erdnîgariya gelê Rojhilata Navîn hene û ev teqabulî rasteqîniyeke dîrokî dike. Yanî bi operasyonekê ew veneguhastine wê derê. Ger rewş ev be, hemû pêşniyazên ji bo aliyekî xeyrî mirovî ne. Çawa ku Kantona Cizîrê evana hemûyan açreser kir, Mûsil jî mecbûr e çareser bike. Bi hemû xwemaliya gelên di nav hev de… *Hûn modela Cizîrê pêşniyar dikin? Meriv dikare hîn gelek tiştan biaxive, lê sedema me yî mînakdayîna modela Cizîrê, di rewşa Mûsilê ya îroyîn de, li Cizîrê jî dibû ku hin avahiyên din jî zuhur bikiranan. Lê pêşniyara avahiya demokratîk a ku Birêz Ocalan pêşniyar dike, wê jiyana wekhev û bi hev re, di şert û emrcên şerî de bi awayekî zaf serkeftî hat bipêşxistin. Ev mînak dikare bê berfirehkirin û bi xwemaliya xwe bê nirxandin, lê heke em li rêgezeke huqûqî ya bingehîn bigerin, ji bo Mûsilê û ji bo hemûr herêmê dikare esas bê girtin. *Daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku dibêje ‘Li wê derê avahiya demografiyî tê guhertin, em ê destûra vê nedin’ tê çi wateyê? Ji gotinên Tirkiyeyê yên hatine kirin, yên nehatine kirin girîngtir in. Em dinihêrin ku planên A, B, C yanî hemû alfabeyê rêz dike, lê em dibînin tiştên ku tên gotin qalikê gûzê jî tije nakin. Ya ku nayê gotin çî ye? Bila kurd rûyê rojê nebînin, çi dibe bila bibe. Tişta nayê gotin ev e. Ji ber vê ne tezên fermî yên Tirkiyeyê, paşperdaya wê ya ku kurdan nahesibîne girîng e. * Rasteqîniya şerî heye. Dê ev rasteqîniya şerî pirsgirêkan çareser bike yan? Li kuderê çareser kiriye ku, li wir çareser bike… Rasteqîniya şerî li gor pênaseya klasîk a ku em ji dîrokê dizanin, nakokiyên ku nayên rayê bi çekê tên çareserkirin. Lê di merehelya heyî de, ji bo alî cihê kul ê ne tahkîm nekin, winda nekin an jî bi şer re berfirehkirina qadê ya nisbî pêkane. Lê ev ne çareserî ye. Tu şer ji bo rastiya gelên Rojhilata Navîn ne çareserî ye. Bêguman ez gelên ku rastî îmha û gefxwarinê tên û parastina mafên xwe yî hebûnê red nakim, yanî niraxndineke wisa nakim. Heke gelek hîs bike ku di bin îmhayê de ye û bi xetereya tunebûyînê re rû bi rû ye, li wir her tişt rewa ye. Lê dema em bi gelemperî nîqaş bikin, em mecbûrîn tiştekî berfirehtir û çareseriyane pêşniyar bikin. *Qesta we yî ji rewabûna her rê yê çî ye? Ez behsa xweparstinê dikim. *TSK bi balafiran êrîşî YPG’ê kir, têkiliya vê bi Mûsilê re heye yan? Tam jî gave din me behsa, “Çareseriyeke bêyî kurdan” kir, ev encama vê ye. Helbet têkiliya wê heye û belkî jî tenê têkildarî wê ye jî. Çimkî li wir bi sala ye rastiteqîniya YPG’ê heye û ku di nav pratîkeke dixwaze bi demokrasiyê qadên xwe biparêze de ye û hurmeta cîhanê jî jê re heye. Vê di bin hezar îmha û gefxwarinan de pêk anîn. Ev ne tiştekî rihet e. Xweparastin refleksek e. Avakirina cihê ku tu diparêzî bivê nevê ye. Lê di nav şert û mercên şerî de, di açrçoveya krîterên demokratîk de û bi perspektîfeke neteweya demokratîk de pêkanîna vê ne xerca her kesî ye. Dê ev nêzîkatiya bingehîn a vê sedsalê be. Temenekî xwezayî yên netew dewletan heye ûhûn nikarin vî temenê riziyayî bi zora çekê bidmînin. Pêdiviya me bi pêşniyar û tewrên ku dê ji bo rasteqîniya jiyanê bibin bersiv heye. Pênaseya neteweya demokratîk jî tam bi vî awayî ye. Di mercên herî dijwar û hovane de, ji bo xwe qadeke pratîk diafirîne. *Heke êrîşên li dijî Rojavayê bidomin, dê ev rê li ber çi vebike? Dê neçareseriyê kûrtir bike, tê maliyet û fatûraya civakî, mirovî mezintir bike. Lê dê di warê çareseriyê de tu tiştî nede der. Dê hetanî demek din jî hezeyanên Tirkiyeyê bidomin û înşele dê fatûreyeke giran ji bo civakê neyê dayîn û bi rediyyeke şerî hin hêz têkevin dewrê û Tirkiyeyê ji vê bi paş ve bikşînin. Mexseda min ji vê, eniya demokratîk a li dijî şer e. Hemû raya giştî ji vê berpirsiyar e. *Bi vê rageşiyê re, mijara serokatiyê jî ket rojevê. Ev di nav têkiliyeke çawa de ne? Ji kesên ku li dûra li vê binihêrin, ji kesên bi dîrok û felsefeyê niznibin re dê ev wek tiştekî eletewşo bê. Rastiyeke giştî ya ku em pê dizanin heye. Hêza siyasî ya ku bi awayekî leşkerî neyê testkirin, ne hêzeke siyasî ye. Tam jî Tirkiye yan jî di bin navê Serokatiyê de kesên vê rejîma dîktayî dixwazin, nizanin ev bêî teqabuliyeta hêzeke leşkerî pêk nayê. Beralîbûna ber bi heremê ve jî berhema vê ye. Di serdema me de muharebeyê meydanî tune ne. Lê em serdemeke ku bi geşedanên êrîşên sîberî re şikil digire dijîn. Ev hewldanên berfirehkirina qadan, bi temamî li hundir, ji bo vî zilamê tek an jî formulasyona siyasal a rejîma dîktayî, ehwldanên hinceta leşkerî û avakirina zemîna wê ye. *Hûn hinekî din jî vê vebikin… Yanî “Serok” dixwaze ruşta xwe bide îspatkirin? Ev tenê bi serok re bê sînorkirin dê kêm bimîn. Divê meriv li sermayeya mezin binihêre, bê çi dixwaze. *Sermayeya mezin şer dixwaze? Şer dixwaze, pir aşkere ye. *Meseleya El Nûsrayê jî heye. Serokomar dibêje Pûtîn ji wan rica kiriye ku El Nûsrayê ji Helebê bikşînin. Ev tê çi wateyê? Aliyê wê yî ricayê ne girîng e. Piştî wê wiha got, ‘Me ji hevala re got çi hewce be bikin’ ev girîng. Dema bi sala ye me ev tez dianî ziman digotin ‘hûn qebehetan dixin stûyê me.’ Eee ya me digot ev bû. Yanî hûn bi gotina çi hewce bikin re, hûn forma ku bixwazin dikarin bidin çeteyekê. Mesala hûn heke di vekişandina ji qada şer an jî şandina ber bi qada şer de miktedîr bin, wê çaxê ew tiştên em 2-3 sal e dibêjin hûn qebûl dikin. Wê El Nûsra hûnd ibêjin, El Qaîde ye. Ji ber vê carinan mirov dikeve valahiyên wisa… *Ket valahiyê an bi zanebûnî got? Bi ya min li valahiya wî hat. Çimkî ya ya ku hat gotin tiştekî wehîm e. Ma Rûsya ev anî ziman, tiştên wisa li pişt deriyên welatan tên axaftin. Çimkî yê daxilî sûcê şerî bibe, dê rastî gelek mueyîdeyan bê. El Nûsra, wek rêxistineke terorîst tê qebûlkirin, ji aliyê hemû saziyên navneteweyî tê qebûlkirin. Hatiye tescîlkirin. Ez wek hatina li valahiyekê dinirxînim. Lê çareserî li cem me ye, heke îtiraza gelan bilind nebe dê ev saziyên navntewî tiliya xwe yî qelaqûçê jî neleqînin. *Rewşeke neyînî heye. Tirkiyey berk u ve diçe? Di dîrokê de bi qasî niha tu carî li Tirkiyeyê şert û emrcên jiyanê ewqasî giran nebûbûn. Ne hewceyê nîaşandan qenciyeke xam e. Li herêmê giraniyeke ku heta niha qet xwe nedabû der heye. Hin hincetên ji bo em bi hêvî bin hene. Dema meriv li gelê Şirnexê dinihêre, ji bo hêviyê ev bes e. Bajarek hat tunekirin, hatin koçkirin, lê li gel vê jî got ez naçim tu deverî jî. Ez çanda xwe, habîtata xwe jîndar bikim. Sekne wisa ye gelê Şirnexê heye. Ev ji bo hêvîbûna me bes e. (red)