Ji bo delîla sûc 'kincên gelêrî’ bes e 2016-10-22 09:13:47 YASİN KOBULAN STENBOL (DÎHA) – Welatiyê bi navê Nasir Erol ê ku salek berê li ser îxbarekê li Stenbolê hat girtin, diyar bû ku ji ber wêneyê xwe yê bi kincên gelêrî kiriye profîla hesabê xwe yî Facebookê bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. Li Kuçukçekmeceya Stenbolê di 15’ê îlona 2015’an de welatiyê bi navê Nasir Erol dema ji înternet kafeyekê dertê, li ser îxbarekê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin. Di rûniştina doza Erol de, ji ber parvekirina wêneyê bi kincên gelêrî wek sûc hat hesibandin. Di îddianameyê de wêneyên li profîla hesabê Facebookê hatin parvekirin wiha cih girtin: “Di wêneyê xwe yî profîlê de, cilûbergên endamên rêxistina terorî PKK/KCK’ê yên li qadên bejahiyê li xwe dikin û wek leşker bi nav dikin li xwe kiriye… Dema wêneyên li vir hatine parvekirin tên lêkolînkirin wêenyên damezrîner ên rêxistina terorî PKK/KCK’ê Kemal Pîr, Alî Çîçek, M. Hayrî Dûrmûş û AKîf Yilmaz jî hene û parvekirnên wek ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ û ‘Apo’ parve kirine.” Di îddianameya ku ji aliyê dozgeriyê hat amadekirin de, Erol bi îdiayên wek “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Endamê rêxistinê ye” tê tawanbarkirin. Piştî amadekirina îddianameyê rûniştina dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Bersûcê negirtî Erol û parêzera wî Fatma Hopîkoglû di rûniştinê de amade bûn. Hopîkoglû di parêziya xwe de ji heyeta ddgehê re vegot, cilûbergên gelêrî di dawet û rojên taybet de tên lixwekirin. Piştî parêziyan heyeta dadgehê, biryar da û got, wêneyê ku Erol parvekiriye ji bo “Propagandaya rêxistinê” wek delîl têra xwe heye. Heyeta dadgehê sal û 3 meh ceza li Erol birî û di vî cezayî de serî li daxistina cezayî da. Dê parêzera Erol, Parêzer Hopîkoglû serî li dadgehekê payetir bide û dê îtiraz bike. (red)