Demîrel: Divê waliyê Şirnexê îstîfa bike 2016-10-21 15:02:54 ENQERE (DÎHA) - Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, diyar kir ku bajarê Şirnexê bi mehan e di bin dorpêçê de ye û avahiyên bajar yek bi yek tên xerakirin. Demîrel, anî ziman ku pêwiste Waliyê Şirnexê îstîfa bike û meclîs Komisyona Şirnexê ava bike. Serokwekîla Koma HDP'ê û Wekîla HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî û diyar kir ku ligel şer li Şirnexê bi dawî bûye jî dîsa bi heman e bajarê Şirnexê di bin dorpêçê de ye û hêj qedexe didomin. Demîrel xwest Waliyê Şirnexê îstîfa bike. Demîrel, diyar kir ku 223 rojin li kolanên Şirnexê qedexeya derketina kolanan didome û wiha got: "Ji 3'ê Hezirana 2016'an heta niha operasyonên leşkerî bi dawî bûye. Lê ligel vê yekê hêj qedexe didome. Hêj bajar di bin abluka û dorpêaçê de ye. Li 7 taxên mezin ên Şirnexê tax hatin xerakirin. Lê 12 tax di bin torpâçê dene. Li navenda bajar 69 hezar kes hene. Lê 64 hezar nifûsa bajar li dervê bajar e. Ji ber qedexe didomin welati neçarin ‘Destûr nadin ji kesên bêmal re xanî bê avakirin' Demîrel, destnîşan kir ku malbatên xaniyê wan hatin xerakirin di nava şert û mercên giran de di konan de diçîn û destûr nayê dayîn ku xaniyan ji xwe re ava bikin û wiha axivi: "Malbatan ji dar, ber û naylonan kon ava kirine. Ev di şert û mercên zivistanê de nayê jiyîn. Malên xaniyê wan hatine xerakirin dev li gun dû bajarokên der û dorê dijîn. Dîsa bi biryara Walî polîs bi ser konan de digirin. Di serdegirtina konan de 5 kes hatin binçavkirin. Rastî gefan tên. Polîs gefên "An hûn dê konan vala bikin an jî em dê we tevî konan bişewitînin. Êdî ev zilma li ser welatiyan tê kirin nayê qebûlkirin. Em ji vê zilmê re dibêjin bes e. Bila gelê Tirkiye baş zanibe ku hêj li ser gelê Şirnexê zilmek tijwar tê meşandin. Şaredariyên DBP'ê xwest 400 konutan ji gelê Şirnexê re çêke. Lê Walîtiyê destûr neda. Em dipirsin bila gelê Şirnexê li ku bijî. Hûn sirgûn dikin û tune dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin pêwiste waliyê Şirnexê îstîfa bike. Demirel, da zanîn ku li aliyekî qedexe didome li aliyê din çalakî, pankart dowîzan li Şirnexê îlan dike. Qedexe di nava qedexeyê de îlan dike. Demîrel, anî ziman ku ji xwe gelê Şirnexê nikare biçe bajar dê çalak çalakiyan pêk bîne û pankartan veke û wiha got: "221 wedexe didome. Şirnex di bin dagirkeriyê de ye. Ev qedexe ne bes e hûn qedexeyek din îlan dikin. Ji ber vê yekê divê Walî îstîfa bike ‘Divê meclîs ji bo Şirnexê komîsyonê ava bike' Demirel, herî dawî xwest ku meclîs ji bo gelê Şirnexê komîsyonê ava bike û biçe li Şirnexê lêkolîn bike û li pirsgirêkê gelê Şirnexê guhdar bike. (mae)