Demîrtaş û Yuksekdag ji rojnamegerên girtî re name şandin 2016-10-21 15:05:52 ENQERE (DÎHA) - Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji bo rojnameger û nivîskarên girtî name şandin û hestên xwe yên piştevaniyê parve kirin. Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji bo piştevaniyê ji rojnameger û nivîskarên girtî re name şandin. Yuksekdag û Demîrtaş ji bo nivîskar û rojnamegerên girtî Ahmet Altan, Înan Kizilkaya, Zana Kaya, Asli Erdogan, MEhmet Altan, Murat Aksoy, Nazli Ilicak, Ozgur Amed, Şahîn Alpay name nivîsandin. Hevserokan di nameyên xwe de diyar kirin ku azadiya çapemeniyê û ji bo mafê ragihandinê ya gel xebat têkoşînekî bêsekn e û di demên dijwar de li ser piyan man, seknekî bi rûmet e û hestên xwe yên piştevaniyê parve kirin. Hevserokan di nameyên xwe de diyar kirin ku ew şopdarên pêvajoya hiqûqî ne. (sa)