Gerîla û pêşmergeyan operasyona hevpar li dar xistin 2016-10-21 15:01:53 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li Kerkûkê gerîla û pêşmergeyan li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyona hevkar li dar xistin. Li Kerkûkê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çen noqteyan kirin gerîlayên HPG û YJA-Star'ê ji bo alîkariyê çûn bajar. Şerê di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê li Hotêl Kerkûk û taxên Esra Mefodîn, Waîd, Nesir û Hezîran berdewame. Gerîla li derdora Hotelê xwe bicih kir. Ji bo êrîşa çeteyan bişkînin du komên hêzên HPG û YJA Starê jî li derdora Hotela Kerkûkê xwe bicih kirin. Her wiha li taxa Nesir a bajarê Kerkûkê şer heta niha jî berdewame. Di vî şerî de çeteyek hat kuştin û çeteyekî jî xwe teqand. Hate hînbûn ku li taxa Tariq jî 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi saxî kete destê hêzên ewlekariyê. Di şerê ku heta niha berdewam dike de hate ragihandin ku 30 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. (sa)