Hevdîtinên heyeta PE û EGAM'ê didome 2016-10-21 14:38:38 AMED (DÎHA) - Heyeta PE û EGAM'ê çû serdana Havşeradarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Baroya Amedê. Heyeta Parlamentoya Ewropayê (PE) û Tevgera Dijberên Nijadperestiyê ya Ewropayê (EGAM) hevdîtinên xwe didomînin. Heyet çû serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û fikrên xwe parve kirin. Heyet piştî hevdîtina bi Hevşaredar Anli re ji şaredariyê veqetiya. Ozmen: Çareserî ji diyalog û muzakereyê derbas dibe Heyet piştî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çû serdaha Baroya Amedê. HEyet li vir ji aliyê Serokê BAroya Amedê Ahmet Ozmen ve hat pêşwazîrin. Ozmen di hevdîtina bi heyetê re kir de wiha axivî: "Li çar aliyên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên cidî qewimîn. Rewşa şer bû sedema zirarên mezin. Wekî Baroya Amedê me gelek caran got ku bingeha pirsgirêka pevçûnan pirsgirêka kurd e û çareseriya vê jî diyalog û muzakere ye. Em hêviyên xwe hê jî diparêzin." Hevdîtina heyetê û rêveberên baroyê piştre bi awayekî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. (sa)