Bê delîl 14 sal ceza dan 2016-10-21 14:24:06 STENBOL (DÎHA) - Dadgehê bi îdîaya "maşîna cemaweriyê şewitandiye" "û "endamtiya rêxistinê" 14 sal cezayê girtîgehê li Tekin Baydag ê girti tê darizandin birîn. Girtiyê siyasî Tekîn Baydag di 16'ê Cotmeha 2015'an de bi îdîaya maşîna cemaweriyê şewitandiye hatibû girtin derket pêşberî dadger. Tekîn Baydag, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Caglayana Stenbolê hat darizandin. Di rûniştina dozê de Baydag û parêzera wî Raziye Turgut amade bûn. Baydag piştî parastina xwe kir heyeta dadgehê biryar da û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh û bi îdîaya "Bi zanebûn zerar daye mal" 1 salek û bi îdîaya "maddeyên talûke li ser xwe gerandiye 5 sal û 160 TL û bi îdîaya "çek kiriye û firotiye" 900 tl ceza birî. Heyeta dadgehê tu delîlên şênber neda nîşan û ceza li Baydag birî. (mae)