Bi sedan kesan di Nimêje Înê ya Sivîl de ref girtin 2016-10-21 14:12:44 AMED (DÎHA) - Nimêja Înê ya Sivîl vê hefteyê jî bi tevlîbûna gelek welatî hat kirin û di xutbeya hat xwendin de hat gotin ku heke mirov ji hev hez bikin dijminahî û kîn dê nemîne. Bi pêşengiya Kongreya Îslam a Demokratîk (DÎK) vê hefteyê jî Nimêja Înê ya Sivîl li Parka Ormanê ya Peyasa Amedê hat kirin. Di nimêja ku li hember propagandaya AKP’ê ya li mizgeftan tê kirin de pêk hat, rêveberên DÎAY-DER’ê, oldar û gelek welatî tevlî bûn. Li vir ji Meleyên DÎAY-DER’ê Mele Naîf Erdem xutbe bi kurdî xwend. Polîsan li derdora cihê ku nimêj dihate kirin bi cih bûn û dîmen û wêneyên welatiyên nimêj kirin kişandin. Erdem di axaftinên xwe de bal kişand ser piştgirî û alîkariya mirovan û wiha got: “Xwedê teala li ser me ev yek ferz kiriye. Mirov ji hev hez bikin dê jiyan jî bê dijminantî û kîn bibûre. Û wê şer û pevçûn jî nemîne.” Piştî xutbeyê û axaftinê welatiyan li pey meleyê xwe rêz girtin. (ua-ra/bg)