Zêdetirî hezar koçber gihiştin sînorê Rojava 2016-10-21 13:52:28 (NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî ku operesyona rizgarkirina Mûsilê destpê kiriye, zêdetirî hezar koçberên Iraqê gihiştin ser sînorê Rojava. Li gorî Nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê zêdetirî hezar koçberên ji bajarê Mûsilê û gundewarên wê, gihiştin sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê. Rewşa koçberan dijwar e û pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye. (sa)