KNK: Li dijî êrîşên dewleta tirk têkoşîna hevpar divê 2016-10-21 13:09:41 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kongreya Neteweya Kurdistanê têkîldarî êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî Başûr û Rojava daxuyand ku dewelata Tirkiyeyê li dijî kurdan eniyên şer vekiriye ji ber vê yekê jî divê kurd li dijî van êrîşan têkoşîna hevpar bidin destpêkirin. Konseya Rêveber a Kongreya Netweya Kurdistanê (KNK) têkîldarî êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî Rojava û Başûr daxuyaniyekî nivîskî weşand. KNK'ê daxuyand ku kengî li cihekî dergehek xêrê ji bo Kurdan vedibe, dewleta Tirk dîn û har dibe û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk xistiye serê xwe ku divê kurd nebin xwedî maf û statu. Eger li beşeke Kurdistanê pêk hatibe jî divê bê xerakirin. Ev heqîqeta TC ye. Ji nîveka dilê we li dijî Kurdan e, li dijî Kurdistanê ye." KNK'ê bal kişand ser statuya li başûrê Kurdistanê û wiha got: "Ev statu jî ne li gorî dilê TC ye. Nikare hilweşîne, lê têkvedanê dike, fitne û fesadiyê dike, dagirkeriyê dike, leşkerê xwe bi hezar hîle, dek û dolaban li navçeyên Kurdistanê bi cih dike." Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku statuya li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye bûye kabûsa Komara Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Ji xwe li bakurê Kurdistanê dijminahiyeke bê sînor, kuştin û kuştdariyeke xedar dike." ‘Dewleta Tirk tehemûlî têkoşîna serketî ya Kurdan a li dijî DAIŞ'ê nake' KNK'ê bal kişand li ser têkoşîna xurt a kurdan a li dijî DAIŞ'ê daxuyand ku di encama vê têkoşînê de li eniya Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya kurdan her diçe dor li DAIŞ'ê teng dibe û wiha hat gotin: "Li başûrê Kurdistanê jî her wisa. Piştî rizgariya Şengalê ji bin destê DAIŞê, niha jî Kurd û tifaqdarên wan yên navneteweyî ber bi rizgariya Mûsilê ve di nav bizaveke xurt a leşkerî de ne. Ji aliyê Mûsilê heta milê Efrînê Kurd li du eniyan dijî DAIŞ'ê roleke pêşeng û esasî dileyizin û bedelekî giran jî didin. Helbet encama vê rola bingehîn wê hebe û ev e jî qazanca kurdan e. TC tehemula vê rastiya encama şerî nake û lewma jî bi êrîşkariyê dixwaze prosesa di lehê Kurdan de li Rojhilata Navîn vegerîne eleyhê kurdan." 'Tirkiyeyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan eniyên şer vekiriye' Konseya Reveber a KNK'ê da zanîn, ku gelên Iraqê û Sûriyeyê, Tirkiyeyê naxwazin û dizanin ku hebûna wan di van navçeyan de ne ji bo xêrê ye, ji bo şer, fitne û dagirkeriyê ye. KNK'ê da xuyakirin, ku dewleat tirk li başûrê Kurdistanê ji Başîka, li Rojavayê Kurdistanê jî ji Cerablûsê bi rengekî eşkere eniyeke şer li dijî Kurdan vekiriye û wiha got: "Yek armanca vê heye. Ew jÎ rê li ber girtina pêşketin û serketina Kurdan e." KNK'ê bal kişand ser bomberdûmana artêşa tirk a li Efrîn û Şehbayê tê kirin û wiha dewam kir: "Komara Tirkiyeyê di rewşa heyî de ji du eniyan ve, ji Mûsil û Efrînê ve li dijî kurdan di nava têkvedan, xirabkerî û şer de ye. Divê ev ji aliyê hemû kurdan ve bi zelalî bê dîtin. Şik tê de nîne ku ji vê êrîşkariya TC wekî dewleteke dagirker a Kurdistanê Îran jî razî ye, hikûmetên Bexda û Şamê jî di dijminahiya TC'ê ya li ser kurdan de bi bêdengî hevniyet in." Banga têkoşîna hevpar Di daxuyaniya KNK'ê de hat destnîşankirin, ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe şerekî xedar li dijî kurdan dimeşîne ku kurd negihêjin maf û statuya xwe û wiha hat berdewamkirin: "Bomberdûmana li Rojavayê Kurdistanê, têkvedan û fitnekariya li başûrê Kurdistanê divê baş bê xwendin û di serî de li dijî TC'ê û hemû hewl û bizavên dagirkeran di eniyeke berfireh a kurd û Kurdistanî de berxwedan û têkoşîneke xurt divê bê dan ji aliyê hemû Kurdan ve." Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat got: "KNK bi hişyariyeke bilind a neteweyî û niştimanî û bi girîngî hawarê dike ku kurd û Kurdistanî mil bi milê hev di eniya parastina Kurdistanê da tifaqê bikin. KNK her wisa bangî dinyaya demokratîk jî dike ku rola Kurdan a di guhertin û demokratîkkirina Rojhilata Navîn de bi başî bibînin, nekevine nav hesabên biçûk ên digel dewletên wekî TC, Îran û tifaqdarên wan û bêyî dudilî hevkar û piştevanê kurd û kurdistaniyan bin ku Rojhilata Navîn ji vê belaya kevneperstî û paşverûtiya islama cihadîst û rejimên dîktatorî û kolonyalîst bê rizgar kirin." (sa)