Li Nisêbînê avahiyên saxlem tên xirakirin 2016-10-21 12:57:00 MÊRDÎN (DÎHA) - Li taxa Kanîka ya Nisêbînê avahiyên saxlem tên xirakirin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, taxên Firat, Gelhat, Dîcle, Êlikê, Kanîka, Kişlayê yên bi telan hatine dorpêçkirin qedexe didome. Taxên ku nîcî nifusê navçeyê di nava xwe de dihewînin û zêdetirî 40 hezar mirov dijîn malên ku zirar nedîtine jî niha tên hilweşandin. Taxa Kanîka ya ku piranî avahî hatibûn xirakirin tenê mizgeft mabû jî niha li derûdora taxê avahiyên ku saxlem in bi piştevaniya TOMA'yan ve tên hilweşandin. Li aliyê din Goristana Şêx Selman a li taxê jî ji ber xirakirina avahiyan hat hîn bû ku zirar dîtiye. (sa)