18 kes li Sêrtê hatin girtin 2016-10-21 12:35:43 SÊRT (DÎHA) - Li Sêrtê 23 roj berê ji 22 kesên hatin binçavkirin. Ji 22 kesên hatin binçavkirin jê 18 kes bi îdaya “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Li Sêrtê di 29’ê îlonê de li gelek taxan hêzên dewletê bi ser gelek malan de girtibû û piraniya wan ciwan 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê 22 kesên binçavkirî duh derxistin edliyeyê. Seranserî rojê li dadgehê kar û barên îfadeyan berdewam kir. Ji 22 kesan 4 kes bi şertê “Kontrola edlî” hatin berdan û 18 kes jî bi îdaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin. Navên kesên hatin girtin wiha ne: “Hasan Yel, Şiyar Tabu, Saît Ozbey, Mahmut Temel, Yakup Şalli, Bedrî Altinç, Fatma Kayar, Îsmaîl Kayar, Seyît Karahan, Mertoş Elik, Adem Şîlî, Dîndar Akan, Reşît Elçîçek, Yavuz Odumlu, Ayetullah Odumlu, Yakup Gündüz û navên du kesê nehat hînbûn. 18 kesên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. (bg/mae)