Du cenazeyên li Nisêbînê anîn Amedê 2016-10-21 11:37:33 AMED (DÎHA) - Du cenazeyên li taxên qedexeyî yên Nisêbînê hatin dîtin ji bo otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Li taxa Firatê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku hêj “qedexeya derketina kolanan” didome duh di hewşa malekî de du cenaze hatibûn dîtin û ewil rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Her du cenaze piştî nexweşxaneya Nisêbînê ji bo kar û barê otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Li bendê ye ku kar û barê otopsiya DNA’yê ya cenazeyan bê kirin. (bg)