Li Sêrtê dema qedexeyê dîsa hat dirêjkirin 2016-10-21 10:30:34 SÊRT (DÎHA) - Walîtiya Sêrtê herêma di nav bera navçeyên Dihê û Berwariyê de ku bi hinceta "herêma ewlehiya taybet" îlankiribû dema qedexeyê cara 4'emîn dirêj kir. Walîtiya Sêrtê di 9'ê tebaxê de ji bo 15 rojan di navbera herêma çolter a Dihê û Berwariyê de bi hinceta "herêma ewlehiya taybet" qedexe îlan kiribû. Walîtiyê qedexe cara 4'emîn ji bo 15 rojan dirêj kir. Walîtiyê di malpera xwe ay înternetê de têkîldarî mijarê daxuyand ku di navbera 25'ê cotmeh û 8'ê mijdarê de qedexe hatiye dirêjkirin, çûn û hatinên li herêmê hatine qedexekirin. (sa)