Jinan cenazeyê Leyla Nas oxir kir 2016-10-21 09:51:15 ÊLIH (DÎHA) - Endama YJA-STAR'ê Leyla Nas, ku li Bedlisê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ji aliyê jinan ve bi silogana "Şehîd Namirin" hat definkirin. Endama YJA-STAR'ê Leyla Nas a di 11'ê Cotmehê de li Gundê Oranisê yê Tetwana Bedlisê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ji aliyê jinan ve hat definkirin. Malbatê piştî cenazeyê Leyla Nas (Zilan Zerdeşt) ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê wergirtin, bi konvoye mezin anîn Êlihê.C Cenaze li Êlihê ji aliyê dehan maşîneyan ve hat pêşwazîkirin. Lê polîsan bi hinceta "ewlehiyê" destûr nedan cenaze derbasî nava bajar bibe. Polîsan karwana cenaze xist nava maşîneyên zirxî û birin ser goristanê. Cenazeyê NAs, li Goristana Mezder a Êlihê piştî wecibeyên olî ji aliyê jinan ve hat definkirin. Jinan darbesta Nas danîn ser milê xwe û bi siloganên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" heta gorê meşiyan. Jinan piştî cenazeyê Nas defin kirin rêz girtin û axaftin kirin. Hevserokê Şaxa MEYADER'ê ya Êlihê Şukru Baytar, diyar kir ku her şehîdê tên Êlihê ji bo wan abîdeya azadiyê ye û rûmeta wan e. Girse piştî duayan ji ser gorê belav bûn. (mae)