Abtan: Em ê zordestiya li Kurdistanê ji Ewropayê re bêjin 2016-10-21 09:12:45 AMED (DÎHA) - Ji heyeta PE'yê Serokê EGAM'ê Benjamîn Abtan, ku li Bakurê Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin da zanîn ku ew li ser bê agahî mayîna têkîldarî geşedanên li Kurdistanê hatine heremê, ew ê bi çavdêriyên xwe mijara Kurdistanê bibin Ewropayê û dê zordestiya Erdogan ku li kurdan dike ji Ewropayê re vebêjin. Ji heyeta Tevgera Dijî Nîjadperestî ya Ewropayê (EGAM) û Parlamentoya Ewropayê (PE) ku li Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin hatin Amedê. Serokê EGAM'ê Benjamîn Abtan û Aligira Serokê Giştî ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) Meral Çildir tekîldarî armanca hatina heyetê ya Kurdistanê ji DÎHA'yê re axivîn. Çildir da zanîn ew li ser Qirkirina Ermeniyan xebatan dimeşîne û tekîldarî armanca heyete wiha axivî: "Heyet dixwaze êrîş û hilweşandinên li Kurdistanê bi çavê xwe bibinin û çavdêriyên xwe ji welatên xwe re bibêjin. Her wiha bi Parlamentoya Ewropayê û çapemeniya Ewropayê re parve bikin. Dê partiyên siyasî û saziyên sivîl ziyaret bikin. Dixwazin bi parlementerê AKP'ê Galîp Ensarîoglu re jî hevdîtin pêk bînin lê hê jî bersiv ne dane. Heyet dixwaze dengê gel bilind bike." 'Em ê dengê Kurdistanê bibin Ewropayê' Serokê EGAM'ê Benjamîn Abtan jî tekîldarî armanca heyetê diyar kir ku tu kes kiryarên li ser Kurdistanê bi lêv nake û got ku ew jî dixwazin ji bo vegotina kiryarên li ser Kurdistanê hatine heremê. Abtan bi lêv kir ku ew dê hemû lêkolîn û çavderiyên xwe bi Ewropayê re parve bikin û wiha got: "Emê hewl bidin ku bibin dengê heremê. Li Tirkiyê û Kurdistanê zordestiyên giran li ser gel pêk tên. Serpêhatiyên ji akademîsyenan heya xwendekaran û tevahiya kurdan dizanin. Li gorî agahiyên ji me re tên li hember vê yekê bêdengiyek mezin heye. Lê zordestî nayê axaftin û gef li gel tê xwarin. Em dizanin mirovên sivîl tên kuştin. Ji ber vê yekê em hatin Kurdistanê. Em dixwazin li mirovan guhdar bikin û gotinên wan ji Ewropayê re ragihînin. Agahî nayê Ewropayê û em ê ji bo bihîstina dengê heremê hewl bidin. Mirova dikare bi vî awayî bêdengiyê bişkênê." 'Em ê zordestiya Erdogan vebêjin' Abtan destnîşan kir ku ji beriya hewldana derbeya 15'ê Tirmehê jî heman rewş li heremê dihat jiyîn û wiha pêde çû: "Rewşa li Tirkiyê tê dijîn ji ber mijara penaberan nayê bihîstin û ew bêdengiya Ewropayê jî ji ber vê diqewime. Ji ber vê yekê pêşî li zordestiyên Serokomar Erdogan nehat girtin. Di navbera Ewropa û Erdogan de hevalbendiya netewperestî heye. Em ji bo şikandina hevalbendiya wan hatin heremê. Em daxwaz dikin ku nêrînên welatên xwe ya li hemberî polîtîkayên Tirkiyê biguherînin. Bi çavdêriyên heremê em ê vegerin welatê xwe û hemû polîtîkaya li heremê vebêjin. Ji bo ku Erdogan dest ji zordestiyên xwe berde em ê zorê li welatên xwe bikin." (kom/bg)