Li sînorê Efrînê liv û tevgera leşkerî 2016-10-21 09:07:21 HATAY (DÎHA) – Li sînorê Hatay-Sûriyeyê, piştî êrîşa li dijî Efrînê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Tang û yekîne sewqî Qereqola Bukulmez û sînorê Sorkê hatin kirin. Li Sûriyeyê tevgerîna dagirkeriyê ya ku Tirkiye li gel Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) du meh berê dabû destpêkirin, piştî Cerablûs û El Raiyeyê, bi Dabiqa ku ji aliyê DAIŞ’ê ve teslîmî Tirkiyeyê hat kirin re didome. Li gel vê liv û tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê, ji sînorê Qarqamişa Dîlokê heta Hassa, Kirikhan, Reyhanli, Kûmlû û Yayladagiya Hatayê didome. Her wiha roja berê tank û bûldozerên Tirkiyeyê ji Qereqola Hudûd a Ogûlpinariya navçeya Reyhanliyê ketibûn Îdlibê û piştî Tirkiye êrîşî gundên navçeya Cinderesê ya Efrînê kirin, li sînor liv û tevgera wê yî leşkerî zêde bû. Tevî dîwar sewqiyata leşkerî Li navçeya Reyhanliya Hatayê li gel “dîwarê şermê” yê ku li seranserê sînor hatibû lêkirin, liv û tevgera leşkerî herî zêde komên selevî vediguhêzîne Qarqamiş û kilîsê. Bi otobêsên zirxî, 3 otobês tije endamên OSO’yê ber bi Kîlîsê ve hatin şandin û di heman demê de ji bo komên çeteyan ên di bin banê Ehrar El Şam û El Nûsrayê de ne jî sewqiyata çekan didome. Li sînorê Reyhanliyê yê li aliyê Îdlîbê dinihêre, Tirkiye ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin toleranseke zêde dide komên selefî û her wiha li hêla ku li Efrînê dinihêre jî bi awayekî zêde sewqiyata tank, obus û hêzên leşkerî dike û ev hewldana wê yî sewqiyatî hîn jî didome. Li sînorê Efrînê li gel anîna tankên nû, li Navenda Boluka Qereqola Bayraktarê jî, ji bo veguhastina tankan 2 TIR’ên ku ji bo veguhastina tankên bi palet anîne. Li Qereqola Bukulmezê ya Reyhanliyê li gel domandina liv û tevgerî, 4 otobêsên camên wan reş û tije leşker û 2 tankên nû hatin sewqkirin. Her wiha li gel teqwiyeya ji bo Qereqola Ogilpinarê ya li bajaroka Kûşakliyê, tê îdiakirin ku dîwarê li ser sînor ji ber hinekî bi paş ve hatiye kişandin, bi qasî 200 metreyî ji nû ve hatiye bilindkirin. Teqwiyeya ber bi sînorê Sorkê! Piştî li Gundê Sorkê gelê Efrînî li ber xwe da, li dijî vê berxwedanê ji Qereqola Bayraktarê ya li jora gundê Încîrlî yê Kirikhanê ye, ber bi sînorê Sorkê ve wesayîtên leşkerî û yekîneyên leşkerî hatin sewqkirin. Her wiha ekîba tenduristiyê ya leşkerî ya Qereqola Bayraktariyê jî şandin sînorê Sorkê. (red)